Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

RESENSȊYONEK LI SER PIRTȖKA NIVȊSKARAN OSKAR BROBERG Ȗ VIKTOR ELLIOT

A+A-

 

 Navê pirtȗkê: En samhällsvetenskaplig introduktion till bitcoin och kryptovalutor.

Förlag: Studentlitteratur AB/2023                                   

Pirtȗk 204 rȗpele.

 

Eve pirtȗk, mȋna navê xwe, xwedȋ armanceke pedagojȋke ȗ ewe, kes ȗ civakê fêrȋ pereyên/dövȋzên Bitcoin bikêye. Helbet eve ne karekȋ hêsane, ji ber ku bitcoin ne li gelek dever ȗ cihan heye ȗ nebȗyȋye pereyekȋ standard di bazara pere ȗ bazirganȋyêde. Her çiqas bitcoin pereyên digȋtalȋ ȗ globalȋ jȋ be, ewe ji hemȋ pereyêndin(dolar, euro ȗ her yêndin jȋ) cȗdaye; lê dȋse jȋ bitcoin roleke pir bilind ȗ bi qȋmet negirtȋye. Lewra ȋroj, halȋ hazir, bitcoin gelekȋ kêm têt bikaranȋn ȗ hema bêje ku li hemȋ dinyaye jȋ rewşa bitcoin wehaye. Tenê 6 % ji gelê swêdȋ di sala 2022 an de bi bitcoin kiryarȋ ȗ firoştin kirȋye.(1)                                                                                  

Eve têt wê wateyê ku ev pere ti fonksȋyoneke giring di civaka globalde anjȋ di sȋstema bankên dinyayêde tȗneye. Dibêt ku di naqilkirin/dewrkirina(transaktion) pereyan ya di dinya digȋtalȋ de ewe fonksȋyoneke erênȋ hebê, ji ber ku bitcoin bi xwe digȋtalȋye ȗ ne fizȋkȋye; ewe bi reqem ȗ hejmarên bilindin anjȋ reqemên mȋna astronomȋkin.Lewra bitcoin di gelek awayande, mȋna bazara reş/krȋmȋnalȋ de, ne bi rêk ȗ pêk têt bikaranȋn. Balam di hemȋ rewş ȗ formên ekonomȋ ȗ bazirganȋyê de tirsa nerastȋyê(dizȋ/sextekarȋ) heye ȗ tirsa ku bazar ȗ civak balansa xwe hunda bikê heye. Lê li vir hingȋ divêt ku dewlet bikevê dewrê de ȗ otorȋta xwe nȋşan bide. Nivȋskar ji teorȋya sosyolog Max Weber ȋsȋfade dikin ȗ pêwȋstȋya dad ȗ hȗzȗra bazar, gel ȗ welat giring têt dȋtin.

Berȋ bi çend salan li dewleteke Amerika Latȋn, eger ez ne șașbim El Salvadorbȗ, bitcoin mȋna perȇ dewletȇ ȗ walȇt hata qabȗlkirin ȗ her niha jȋ wiloye; balam wa dȋyara ku ne meșȇ ȗ di nav gelde dȗbendȋ çȇbȗyȋye ȗ rewș tevlȋheve ȗ di bazarȇde kaos heye. Ne dȋyara ku dewlet wȇ çawa biryara bitcoinȇ ȗ politȋka ekonomȋyȇ berdewambikeye.  

Ezê vê resensȋyona xwe bi gotinên nivȋskaran tewaw(tewaw peyveke soranȋye) bikim:  ”…li dera ku dan ȗ standin/dȋalog hebê, her pêkana/ȋmkana çareserȋyê jȋ heye…”.(2)

 

Çavkanȋ                                                                                  

   1) rȗpel 99                                                                              

  2) rȗpel 169

 

Nuri Aldur

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin