Resensȋyonek li ser pirtȗka nivȋskar; Per Wästberg
Nuri Aldur
Navê pirtûkê: TIDVATTEN
Förlag: Svenska Akademien, 2023
Pirtûk, 244 rȗpele
Eve pirtȗk li ser xwendina pirtȗka ye, anjȋ li ser rol ȗ fonksȋyona xwendina pirtȗkan ku, ma bi merovre çi bandoran dike ȗ çawa guherandinan pȇktȇnȇ. Nivȋskar Per Wästberg qala gelek rewşȇn jev cȗda di awayȇn xwendinȇ de dike, qala gelek nivȋskaran dike ku ewan kesan bo wȋ bȗna mȋna heval, mamoste, rȇnȋşan, hempȋşe ȗ pispor; erȇ qala wan ȗ her yȇn din jȋ dike. Her pirtȗkek, her nivȋskarek manzarȇn xwe hene, zor ȗ zahmetȋyȇn xwe hene; lȇ bȇ goman ewan xweşȋ ȗ delalȋyȇn xwe, sȗd ȗ dewlemendȋyȇn xwe jȋ pirrin.
Helbet gelek berhemȇn din yȇn nivȋskȋ; mȋna rojname, kovar, magazȋn ȗ hemȗ awayȇn digȋtalȋ (sayt ȗ youtube) zanyarȋ ȗ hȗzȗrȇ didine xwendevanȇn xwe; balam ji ber ku em li vir li ser rola pirtȗkan di sekinin, konsentrame wȇ tenha li ser xwendina pirtȗkanbe. Noktekedin ku gelekȋ giringe(kȋ nivȋskar/Per Wästberg jȋ li ser di sekinȇ) ku di dema xwendinȇ de bandor ȗ rola nivȋsandinȇ jȋ cȋhekȋ xwe yȋ taybet heye. Ew kesȇn ku his ji xwendinȇ dikin, ewan bi piranȋ dinivȋsȇnin jȋ ȗ yȇn dinivȋsȇnin jȋ her divȇt ku bixwȇnin; eger ewan nivȋskaran ne xwȇnin ewȇn nikaribin binivȋsȇnin ȗ eger ewan binivȋsȇnin jȋ, wȇ berhemȇn wan zeȋf ȗ ne hȇjabin.
Lȇ divȇt em vȇ jȋ bibȇjin ku em ji berȇde dizanin ku nivȋskarȇn meşhȗr hene ku hȋç neçȗne dibistanan, lȇ hȇ di demȇn zaroktȋya xwe de dest bi xwendina pirtȗkan kirine ȗ her berdewamȋ pirtȗkxwendinȇ kirine ȗ bi wȋ awayȋ cihȇn xwe yȋ bi rȗmet di koma nivȋskarȇn nas ȗ meşhȗrde girtine. Bȇ goman em ȋnsan ne wek hev di hizirin, ne wek hev dijȋn ȗ xwedȋyȇn gelek hedef ȗ armancȇn jev cȗdane; hinek hisdikin ku bi xwȇnin ȗ hinek jȋ nakin ȗ eve mȋna beşȇndin yȇn jȋyanȇye. Hevalekȋ carek bo min got(kȋ ew heval pirr his ji xwendinȇ dike) ku ”dema ew li gel kesȇndin di axivȇ/sohbet dike, piştȋ çend deqȋqan ew fȇhm dike ku ew kes/kesan pirtȗkan dixwȇnin anjȋ na..”. Helbet em nikarin gotina vȋ hevalȋ bi awakȋ zanyarȋ/ ȋlmȋ qabȗlbikin, lȇ wa dȋyara ku xwendina pirtȗkan anjȋ xwendina hemȗ awayȇn edebȋyat ȗ kȗltȗrȇ; tȇgihiştin ȗ zanyarȋya merovan zȇdetir ȗ dewlemendtir dike ȗ eve jȋ rastȋya li gor krȋter ȗ standardȇn ȋlmȋye.
Nivȋskar/Per Wästberg qala gelek nivȋskarȇn din jȋ dike ku wȋ berhemȇn wan xwendine ȗ bi wanre bȗyȋye mȋna dost ȗ heval. Hinek ji wan şexsȋyetan evanin: Göran Palm, P.O Enquist, Tomas Tranströmer, Kristina Lugn, Kjell Espmark, Doris Lessing, Andre Brink ȗ gelek navȇndin.
Fermo em pevre çend gotinȇn nivȋskar ji pirtȗka wȋ/Tidvatten, bixwȇnin ȗ ji wan taamek/ lezzetek xweş hȋs bikin:
”…Bi nivȋsandinȇ anjȋ nivȋsandin awayeke ji gelek awayan ku merov fȇrȋ xwendinȇ dibe. Edebȋyat opitamine, dermanȇ dilȇmine, xelasker/rizgarvanȇ min yȇn jȋyanȇye, miftamin/ kilȋtamin ȗ aleteke çareserȋyȇye. Ev heştȇ ȗ pȇnc salin ku ez pȇveme… ȗ hȇ di demaminȋ pȇnc salȋde pirtȗkbȗn ku cihȇ minȋ leyistikȇbȗn, cihȇ kȇf ȗ xweşȋyaminbȗn ȗ ewan” ȗnȋwȇrsȋtaminbȗn…”. (1)
”…Ew kesȇn ku gelekȋ dixwȇnin karin gelek kesan bi nasin, bi wanre bibne dost ȗ heta karin ku hiskirinekȇ jȋ bidne wan ku ew hiskirin di jȋyanȇde jȋ tȗneye…”. (2)
”…Picasso ji Einsteinre dibȇjȇ: min pirtȗka we yȋ li ser teorȋya relativȋzmȇ xwend ȗ min tiştek jȇ fȇhm nekir. Lȇ wȇ di serȇ min de gelek dȋtin/bawerȋyȇn nȗ çȇkirin”. (3)
ÇAVKANȊ
1) rȗpelȇn, 104-105 an 2) rȗpel, 106
3) rȗpel, 152
Nuri Aldur
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin