
Reuters: Tirkiye ji peymana Sûriye û hêzên Kurdî geşbîn e
.
Li ser peymana navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û birêvebiriya nû ya Sûriyeyê rayedarekî Tirkiyeyê wekî yekem helwesta Tirkiyeyê got, "Em bi baldarî geşbîn in."
Di navbera Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de doh li Şamê peymanek hatibû îmzekirin.
Li ser vê peymanê rayedarekî Tirkiyeyê ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivî.
Rayedarê ku nexwest navê xwe wî bê eşkerekirin got,"Em bi baldarî geşbîn in der barê peymana ku hatiye kirin.
Ji peymana ku hat kirin wêdetir, em lê dinêrin ku di vê qonaxê de dê çawa were cîbicîkirin."
Her wiha wî rayedarê Tirk amaje bi HSDyê kir û got ku vê grûpê "berê jî soz dabû, lewma em li bicihkirinê dinêrin ne li niyeta ku hatiye îfadekirin."
Di dewama axaftina xwe de berpirsê wiha anî ziman, "Ev nayê qebûlkirin ku endamên YPGyê bikevin nava dezgehên Sûriyeyê bêyî rêzgirtina zincîreya fermandayiyê, bi vî awayî girîng e ku ew werin tevlîkirin ne ku bi tenê wekî YPG bimînin."
Peymana HSD û Şamê
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer şeva borî peymanek îmze kir.
Xalên peymana Ebdî û Şer ev in:
1- Garantîkirina mafê hemû Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî de û di hemû saziyên dewletê de li gorî pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan re were derbaskirin.
2- Civaka Kurdan di dewleta Sûriyeyê de civakeke resen e û dewleta Sûriyeyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemû mafên wan ên destûrî misoger dike.
3- Agirbesta li seranserê axa Sûriyeyê.
4- Tevlîkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyeyê de, di nav de deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê.
5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê ve.
6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemû wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin.
7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.
8- Komîteyên birêvebirinê dê kar ikin û hewl didin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin