Rêveberê Asayîşa Serzêrê hat şehîdkirin
Beriya bi demekê bi çekê êrîş li Rêveberê Giştî yê Asayîşa Deriyê Sînorê yê Serzêrê Xazî Elîxan hat kirin û di encama wê êrîşê de Xazî Elîxan şehîd bû.
Berpirsek di Rêveveberê Deriyê Sînorê yê Serzêrê Îrfan Silêman, ji BasNewsê re axivî û ragihand: “îşev li nava gundê Gelîkê teqe li Rêveberê Asayîşa Deriyê Sînorî yê Serzêrê Xazî Elîxan hat kirin û bi giranî birîndar bû heta ku bo nexweşxaneyê hat şandin li nexweşxaneyê koça dawî kir.”
Herwiha Îrfan Silêman aşkere jî kir Xazî Elîxan bi xwe ji gundê Gelîkê ye û heta niha sedema kuştina wî nayê zanîn.
Herwiha Encûmenî Asayîşa Herêma Kurdistanê jî derbarê şehîdkirina Xazî Elîxan de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de serxweşî li malbata Xazî Elîxan kir.
Herwiha Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihandiye: “Bi xemgînî me bihist ku Berpirsê Gumrika Serzêrê li devera Berwarî Bala Xazî Salih Elîxan ji aliyê destê reş ê terorîstan hatiye şehîdkirin. Em vê êrîşa tirsokane bi tûndî şermezar dikin û serxweşiya xwe digihînin malbat û heval û dostên Xazî Salih Elîxan. Bêguman ew kesên tawanberê vê êrîşê wê baca wê bidin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin