Rêveberê Giştî yê Pirtûkxaneya Duhokê canê xwe ji dest da

Rêveberê Giştî yê Pirtûkxaneya Duhokê canê xwe ji dest da

.

A+A-

 Rêveberê Giştî yê Pirtûkxaneya Duhokê û kesayetiyê navdar ê vê parêzgehê, Îsmaîl Tahîr Cangîr bi celteya dil koça dawî kir. Rêveberê Giştî yê Rewşenbîriya Duhokê jî dibêje: “Duhokê nivîskar û kesekî xweştivî ji dest da.”

Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerî yê Duhokê, Emîr Elî ji Rûdawê re ragihand, “demjimêr 12:30 îro danê sibehê Îsmaîl Tahîr Cangîr mêvanê çend hevalên xwe bûye, piştî vegera bo mala xwe krîza dil derbas kiriye û canê xwe ji dest daye.”

Derbarê jiyan û bandora wî nivîskarî de, Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerî yê Duhokê got, “Îsmaîl kesekî rihsivik û mirovdost bû, rewşenbîr û nivîskarekî hêja bû. Heta bibêjî kesekî xwetivî bû li cem hemû kesî.”

Emîr Elî diyar kir, “Îsmaîl Tahîr xizmeteke mezin a warê rojnamevanî û rewşenbîriya Duhokê kiriye” û tekez kir, “Dikarim bibêjim Duhokê nivîskare û kesekî gelek jêhatî ji dest da.”

Îsmaîl Tahîr Cangîr sala 1967 li bajarê Duhokê ji dayik bûye, xwendina xwe ya bilind li Fakulteya Şerîe ya Zanîngeha Bexdayê qedandibû, zewicî bû û bavê sê zarokan e.

Îsmaîl Tahîr pêştir Serokê Şaxa Duhokê ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bûye, dema heft salan jî bû Rêveberê Pirtûkxaneya Duhokê bû, nêzîkî 10 pirtûkên wî hene ku zêdetir li ser mijarên wêjeyê (edebiyat) ne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin