
Rêveberekî Îsraîlê: Plana me heye sazîyên atomî yên Îranê em bikin armanc
Rêveberekî Îsraîlê radigehîne ku plana welatê wan heye sazîyên atomî yên Îranê bikin armanc.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Rêveberekî Îsraîlê radigehîne ku plana welatê wan heye sazîyên atomî yên Îranê bikin armanc.
Serokê hevpeymanîya Şîn û Spî li Parlamentoya Îsraîlê Benny Gantz, ku rikaberê serekî yê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu ye, di daxuyanîya xwe ya ji kanala 24News a Îsraîlê de behsa hebûna wê planê kir.
Benny Gantz ragehand, Îsraîlê berdewam plana bombebarana sazîyên atomî heye û got: ‘’Ez hêvîdarim em naçar nebin em wê planê bicîh bînin, lê dibe ku rojekî em wê planê bicîh bînin.’’
Basnews
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin