Rêveberîya giştî ya asayîşa Hewlêrê bersiva Mehmûd Sengawî da
Rêveberîya giştî ya asayîşa herêma Kurdistanê bi tundî bersiva endamekî encûmena giştî ya rêveberîya YNKê da û ragehand, ‘’Nemaqulîyek zêde derbarê dilsoz û lavên vê gelî de û sazîyên fermî yên herêma Kurdistanê de kirîye.’’
Navenda Nûçeyan- Rêveberîya giştî ya asayîşa herêma Kurdistanê bi tundî bersiva endamekî encûmena giştî ya rêveberîya YNKê da û ragehand, ‘’Nemaqulîyek zêde derbarê dilsoz û lavên vê gelî de û sazîyên fermî yên herêma Kurdistanê de kirîye.’’
Daxuyanî waha ye:
Ji alîyê Rêveberîya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê ve bersiva pêwîst bo Mehmûd Sengawî;
Çend rojek berî naha Mehmûd Sengawî bi awayekî ne rewa û bi astekî nizim de wekî xwe êrîşî hêzên asayîşê kir û nemaqûlane di derbarê dilsoz û lavên vê gelî û sazîyên fermî yên herêma Kurdistanê de axaftîye. Ew gotinên Mehmûd Sengawî li ser dosyaya tometbarekî ku li ser bazirganî kirina 60 kîlo madeyên hişber hatibû girtin û li girtîgehê jî dawî bi jîyana xwe anîbû ne.
Em hest û sozên kesûkar û alîgirên wî kesî têdigehin ku ew jî têkelî vî kare firotin û bazirganî kirina madeyên hişber hatîye kirin, derîyê me vekirîye bo her cure lêkolînekî ku guman li ser hebin û lêkolîn di vê derbarê de li gel alîyên fermî yên peyvendîdar jî berdewam in.
Aşkera kirina wê gruba tewanbar destkewtekî mezine bo proseya lêgerîn û aşkera kirina wan grubên mafyayî yên dixwazin herêma Kurdistanê bikin navenda bazirganî û mûptela kirina hemwelatîyan bi madeya hişber ve. Em dizanin qaçaxçîtî nav binpê kirinan de çalak dibe, ji ber wê em ecêb namînin qaçaxçîyek tê nasîn ê sînorên navçeya Germîyanê, ku têkelî bazirganîya reş û endamê tora bazirganîya ne rewaye û gelek ecêb nîne berevanîyê li tora mafyayê bike û li ser wan helwêst dîyar bike û kaxezan têkelî peyvendîyên navbera partîyan de jî bike.’’
Sazîya asayîşa herêma Kurdistanê pêkhatîye ji lavên dilsoz ên gelê me û bêxew û gelek diwestîyên. Bi hezaran şehîd û birîndar me dane, ku hemwelatî bi aramî û asayîşê de jîyan bikin. Herwaha herêma Kurdistanê parastî be ji her cure gef û metirsîyekî terorîstan û mafyayên madeyên hişber. Ji ber wê jî alîkarî û piştevanî û destxweşîya hemniştimanîyên dilsoz li gel me xwedî giringîyekî mezine, lê şirîkên tewan û qaçaxçî yên xwe dinirînin bê qîmete.
Sazîya me mafê xwe dibîne ku her cure tometekî nerewa û teşhîra li hember sazî û hêzên me rêkarên yasayî li dijî wan bikarbîne.
Rêveberîya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê.
20.01.2020
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin