Rêveberîya Rojava helwesta xwe ya fermî li ser “agirbestê” ragihand
Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê li ser lihevkirina agirbestê, ku di navbera Amerîka û Tirkîyê de hatîye kirin, ragihand ku ewê girêdayî agirbestê bin lê Tirkîye agirbestê binpê dike.
Navenda Nûçeyan- Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê li ser lihevkirina agirbestê, ku di navbera Amerîka û Tirkîyê de hatîye kirin, ragihand ku ewê girêdayî agirbestê bin lê Tirkîye agirbestê binpê dike.
Rêveberîya Rojavayê Kurdistanê li ser rêkeftina ku duh bi şev di navbera Tirkîye û Amerîkayê de li ser sekinandina êrişên Tirkîyê li ser Rojava hatibû kirin, daxuyanîyek da. Naveroka daxuyanîyê wiha ye:
"Em di Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de tekez dikin ku em ê li gorî biryara agirbestê ku cîgirê serokê Amerîkayê Machil Bins û wezîrê karên derve Mike Pompeo û aliyê Tirkîyê li serê li hev kirîye, tev begirin.
Em tekez dikin ku ne ji berxwedana dîrokî û giranbuha ya şervanên QSD`ê bûya, ev biryar nedihat dayîn. Her wiha zexta navdewletî ku piranîya dewletên cîhanê li Tirkîyê kir û êrîşên wê li dijî herêmên Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê. Cîhan li hember êrîşên dewleta Tirk ên hovane bûn yek. Her kes li kêleka QSD`ê ku li şûna tevahî cîhanê şerê DAIŞ`ê kir û zêdetirî 11 hezar şehîd û bi hezaran birîndar dan, sekînin.
Lê dewleta Tirk li gorî biryara agirbestê tev nagere. Heta niha şer li hindek herêman heye û bi taybet Serêkanîyê û di encama wê de şehîd û birîndar hene. Em ji gelê Sûrîyê re tekez dikin ku ev lihevkirina ku çêbû, dê ji bo herêma di navbera Girê Spî û Serêkanîyê de derbasdar be.
Li gorî biryarê vegera hemû koçber ên ji hemû pêkhateyên ji bo herêmên xwe dê were mîsogerkirin. Ev yek wê rê nede rêjîma Tirkîyê ya faşîst ku sîyasetên xweyên qirkirina etnîkî, guhertina demografîk pêk bîne, her wiha wê nehêle ku rejîma Tirkîyê ku herêmên din ên xaka Sûrîyê ya paqij dagir bike.
Hindek bendên di biryarê de dive bi DYA`yê re werin nîqaşkirin, ji ber ku ew berpirs e. Em wek Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê sipasîya QSD`ê dikin ku hemû planên Tirkîyê yên dagirkerîyê bi xwîna şehîdan a pîroz ku ji bo xaka Sûrîyê nekeve destê dagirkeran, parast.
Em sipasîya hemû dewletên ku di van rojên giran de li kêleka me sekinîn û êrîşên dagirkeran li ser xaka Sûrîyê şermezar kirin, dikin. Bila şênî û gelên me li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê amade bin û piştgirîyê bidin QSD`ê heta ku biryara agirbestê bi temamî were ragihandin.
Em ji şênî û gelên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û li tevahî Sûrîyê re bi hemû pêkhateyên wê tekez dikin ku QSD`ê ya ku di nava 5 salan de şerê terorîstên DAIŞ`ê kir û ew têk bir, bi bin ketîye. Ew ti tiştî ji bilî serkeftinê nas nake. Dê heta dawîyê parastina xaka Sûrîyê û di çi demê demê de be, bike."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin