Rêveberîya Rojavayê Kurdistanê bersiva Wezîrê Derve yê Rûsîya da
Rêveberîya Rojavayê Kurdistanê ragehand, pêwîst e Rûsîya roleke çalaktir di rêkeftinên rawestandina şer de bileyîze.
Navenda Nûçeyan- Desteya pêwendîyên derve ya rêveberîya Rojavayê Kurdistanê di daxuyanîyekê de ragehandîye, Tirkîya pabendî rêkeftinên rawestandina şer nebûye û di êrişên xwe de bo ser rêya navdewletî û Eyîn Îsa û Til Temir berdewam e.
Wê dezgeha Rojavayê Kurdistanê daxwaz ji Rûsîya ku lêkolînê di kiryarên Tirkîya de bike, ku bi gotna wê, Mosko bi xwe jî dizane êrişên Tirkîya li dijî wan deveran, ne di çarçoveya rêkeftinê de ne.
Desteya pêwendîyên derve ya Rojava berisiva gotinîn Sergey lavrov daye û gotîye: Ew tim cidî bûne di destipêkirina gotûbêjan de li gel rêjîma Sûrîya û pêwîst e Rûsîya roleke çalaktir di wê mijarê de leyîztiba.
Bi gotina desteyê, wan hêj helwesteke erênî ji alîyê beramber nedîtine, Şam dixwaze gotûbêjan gîro bike, yan jî naxwaze gotûbêjê hebin.
Desteya pêwendîyên derve ya Rojava daye xuyakirin ku bi vemana hêzên Emerîkayê li Sûrîya, helwesta wan nehatîye guhertin û ew her dem amade ne bi Şamê re dîyalog bikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin