Rêveberîya Xweser a Rojava helwesta xwe li ser kuştina Qasim Sulêymanî dîyar kir

Rêveberîya Xweser a Rojava helwesta xwe li ser kuştina Qasim Sulêymanî dîyar kir

Berdevkê Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, Luqman Ehmê di daxuyanîyekê de ji Rûdawê re ragihand, “bûyerên ku li navçeyê diqewimin, şerê bihêzkirina pêgeh û bidesxistina enerjîya gazê ye.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Berdevkê Rêveberîya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê derbarê kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî de ragihand, piştî wê bûyerê alozîyên navçeyê bandorê li Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê jî dikin û dîyar kir: “Rojavayê Kurdistanê û Kurd bi giştî alîyek nîne di navbera alîyên nakok de û tişta giring ev e em xwe û gelê xwe biparêzin.”

Berdevkê Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, Luqman Ehmê di daxuyanîyekê de ji Rûdawê re ragihand, “bûyerên ku li navçeyê diqewimin, şerê bihêzkirina pêgeh û bidesxistina enerjîya gazê ye.”

Luqman Ehmê dîyar kir, “nabe nakokî li cihekê çê bibe û bandore li Sûrîyê yan jî Rojavayê Kurdistanê neke, lewma jî alozîyên Rojhilata Navîn sînoran derbas dikin û bandorê li hemû navçeyê dikin.”

Ehmê got: “Rojavayê Kurdistanê yan Kurd, ne alîyek e di navbera alîyên nakok de, giring ev e ku em xwe biparêzin û gelê xwe biparêzin.”

Pêştir Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo ragihandibû, “egerekî bihêz heye ku Îran şaşîyekê bike û êrîşî hêzên me yên leşkerî li Iraqê yan li bakurê rojhilatê Sûrîyê bike.”

Berdevkê Rêveberîya Xweser têkildarî wan gotinên Pompeo ji Rûdawê re ragihand: “Ji bo gefan, her yek ji Amerîka û Îranê dewlet in û dixwazin pêgeha xwe bihêz bikin. Rojhilata Navîn di guhertineke nû de ye, di demekê de ku cîhan di guhertinê de ye, Rojhilata Navîn jî beşek e ji wê guhertina ku li cîhanê çê dibe, ku beşeke wê têkilî bi enerjîya gazê heye.”

Luqman Ehmê da xuyakirin, ji ber bandorên xirab ên petrolê, hêzên li cîhanê pêwîst e xwe biguherin û enerjîya gazê bikar bînin, lewma jî dixwazin dest bi ser çavkanîyên gazê de bigirin. Ehmê got:“Ji bo wê yekê jî, şerên Rojhilata Navîn berdewam in û rojane em dibînin ji bo enerjîya gazê rêkevtinên çawan tên kirin, wek a di navbera Tirkîyê û Lîbyayê de, yan a di navbera Yunan, Qibris û Misirê de.”

Di bersiva vê pirsa Rûdawê de ku ‘gelo hêzên Rojavayê Kurdistanê ku li gel hêzên Amerîkî ne, ketine rewşa amadebaşîya temam an na’, Berdevkê Rêveberîya Xweser dibêje: “Tiştekî fermî nehatîye ragihandin, çimku ew 9 sal e em di şer de ne û ji ber wê jî em di rewşeke neasayî ya temam de ne, wate ew rewşa pêştir hebû, em li ser heman amadebaşîya xwe ne.”

Luqman Ehmê dibêje, kuştina Qasim Sulêymanî ji kuştina Ebûbekir Bexdadî cuda ye, ji ber Sulêymanî kesekî fermî yê dewleta Îranê bû û tekez dike: “Nakokîyan mijara gefxwarina li hev derbas kirîye. Dema Amerîka kesekî fermî yê Îranê dikuje, rewşeke din derdikeve pêş, lewma kuştina Qasim Sulêymanî ne wek a Ebûbekir Bexdadî ye û cuda ye, çimku Bexdadî kesayetîyekî fermî nebû, ku dewletek bi fermî li pişt be.”

Roja Înê 3ê Çileya 2020an, Fermandarê Supay Quds a Supaya Pasdaran a Îranê, General Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendîs tevî hejmarek kesên din di êrîşeke esmanî ya Amerîkayê de li Bexdayê hatin kuştin.

Piştî wê bûyerê, alozîyên navbera Amerîka û Îranê gihîştine kupîtka xwe û Tehran gefa tolhildaneke dijwar dike.

Waşington jî hişyarî dide Tehranê ku eger her şaşîyeke din bike û êrîşî berjewendîyên wê li navçeyê yan her cihekê cîhanê bike, dê bi tundî bersiv bide.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin