Rêveberîya Xweser: Divê Rusîya roleke çalaktir bileyîze di rêkeftinên rawestandina şer de
Rêveberîya Xweser ragehand, pêwîste Rusîya roleke çalaktir di rêkeftinên rawestandina şer de bileyîze.
Navenda Nûçeyan- Deste ya Peywendîyên Derve ya Rêveberîya Xweser di daxuyanîyekê de ragehandîye, Tirkîya pabendî rêkeftinên rawestandina şer nebûye û di êrîşên xwe de bo ser rêya navdewletî û Eyîn Îsa û Til Temir berdewame.
Daxwaz ji Rusîya kirîye jî, ku lêkolînê di kiryarên Tirkîya de bike, ku bi gotna wê, Mosko bi xwe jî dizane êrîşên Tirkîya di wan navçeyaneyan de ne di çarçoveya rêkeftinê de ne.
Rêveberîya Xweser berisiva gotinîn Sêrgî lavrov daye û gotîye: Ew tim cidî bûne di destipêkirina gotûbêjan de li gel rjîma Sûrîya û pêwîste Rusîya roleke çalaktir di wê derbarê de leyîztiba. Bi gotina wê, wan hêj helwêsteke erênî ji alyê din ve, anku hikumeta Sûrîya ne dîtîye û weha dîyare hikumet dixwaze gotûbêjan gîro bike, yan jî na xwaze gotûbêjê hebin.
Rêveberîya Xweser gotîye jî, bi vemana hêzên Emerîkayê li Surîya, helwêsta wan ne hatîye guhertin û helwêsta wan her wek xwe ye derbarê gotûbêja li gel hikumetê.
Çavkanî: K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin