Rêveberiya Xweser du endamên ENKSyê berdan

Rêveberiya Xweser du endamên ENKSyê berdan

.

A+A-

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê du endamên ENKSyê serbest berdan.

Du endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyeyê (PDK-S) û Partiya Gel a Kurdistanî ku di nava ENKSyê de cih digirin hatin berdan.

Asayîşa Rêveberiya Xweser endamê PDK-Syê Ehmed Sofî û endamê Partiya Gel a Kurdistanî Husam Dursun serbest berdan.

Husam Dursun, li Dêrikê 1ê Nîsana îsal ji aliyê asayîşê ve hatibû girtin.

Ehmed Sofî jî ku di nava medyaya PDK-Syê de kar dikir, roja 2yê Nîsana îsal hatibû girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin