Rêveberiya Xweser ji bo Kobanî bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir
.
Rêveberiya Xweser êrişên Tirkiyê yên li ser bajarê Kobanî şermezar kirin û bang li Amerîka û Rûsyayê û civaka navdewletî kir ku helwesta xwe zelal bikin û van êrişan rawestînin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên li ser bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê û gundewarên wê de daxuyaniyek belav kir.
Êrişên li ser Kobanî
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amaje bi wê dike ku artêşa Tirkiyê roja 8ê Çileyê, Kobanî û gundewarên wê kirin hedef û di encama wan êrişan de “12 welatî birîndar bûn ji wan jin û zarok hene, her wiha welatiyek jî şehîd bû.”
Rêveberiya Xweser dibêje, “Ev êriş peyameke eşkere ya dagirkeriya Tirk e ku di şerê xwe yê qirkirina li dijî gelê me de bi hemû şêweyan berdewam e. Herwiha dijberiyeke eşkere ji Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê re ye. Tevî ku di navbera wan û dewleta Tirk de lihevkirinên hevbeş têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene, nexasim girêdayî sînor.”
Banga bo Hevpeymaniya Navdewletî
Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser bang li Hevpeymaniya Navdewletî dike û dibêje, “Divê ev hêz li hember van êrişan helwesteke zelal nîşan bidin. Heke helwest nîşan nedin wê demê ew dibin şirîkên dewleta Tirk.”
Rêveberiya Xweser diyar dike, “Di demekê de ev van êriş û dijminahiya dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin, em bang li civata navneteweyî û hêzên aktîv dikin ku tev bigerin û van êrişên dijminane ku îstîqrara herêmê tevlihev dikin û dikevin xizmeta terorê rawestînin û divê ev êriş û zêdegaviyên dewleta Tirk ên ji hemûyan re eşkere ne, werin sînordarkirin.”
Şemiyê 08/01/2022 artêşa Tirkiyê gundewar û nava bajarê Kobanî topbaran kir û di encama topbaranê de kesekî canê xwe ji dest da,12 kesên din jî birîndar bûn.
Di topabarana artêşa Tirkiyê ya li ser gundê Qeremaxê Kobaniyê de, zarokê bi navê Ebdo yê 4 salî lingê xwe ji dest da.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin