Rêveberiya Xweser li ser kongreya li Şamê daxuyanî da
.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê "Kongreya Serkeftinê" ya ku Ehmed Şer tê de bûbû Serokkomarê Sûriyeyê bi rengê "ne qanûnî" wesifand.
Çarşema borî (29.01.2025) li Şama paytexta Sûriyeyê "Kongreya Serkeftinê" hat lidarxistin û Ehmed Şer (Colanî) wekî Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhestinê hatibû destnîşankirin.
Rêveberiya Xweser da zanîn ku ew kongre "ne qanûnî" ye.
Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku "pêvajo û biryarên ku li derveyî çarçoveya Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê û bê beşdariya hêzên siyasî, şoreşgerî û gel pêk tên” kêmasî ne.
Daxuyaniya nivîskî ya Rêveberiya Xweser bi vî şiklî ye:
“Piştî hilweşîna rejîma Beasê ku wekî serkeftinekê ji bo hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê ye, geşedanên bi lez û bez rû dan. Di demekê de ku gelê Sûriyeyê li benda lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya Sûriyeyî ya giştî û amadekirina nivîsandina destûrek û hilbijartinên parlamento û yên serokatiyê bû, civîneke berfireh li Şamê hat lidarxistin.
“Em teqez dikin ku ev civîn ne qanûnî ye”
Di civîna ku fermandarên komên Sûriyeyî lê hazir bûn de gelek biryar hatin dayîn. Em wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez dikin ku diviyabû biryar di kongreyeke nîştimanî ku tevahî pêkhate, taîfe, beşên Sûriyeyê, di nav de jin û ciwan lê hazir bûbin bihata dayîn.
Em civînên bi vî rengî rexne dikin, nemaze ku kesayetên li lîsteya terorê de û destên wan di xwîna gelê Sûriyeyê de hene wekî Ehmed Îhsan Feyad El Hayîs (Ebû Hatim Şeraq) yê terorîst qatilê Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef, lê hazir bû.
Kesê bi navê Mihemed El Casim ê bi navê Ebû Emşe jî di civînê de hazir bû. Tê zanîn ku çete Ebû Emşe bi taybetî li Efrînê gelek sûc li dijî gelê Sûriyeyê kirine. Em teqez dikin ku ev civîn ne qanûnî ye û hêviyên pêkhateyên Sûriyeyê îfade nake.
Di heman demê de em teqez dikin ku biryarên ku ji derveyî çarçoveya kongreya nîştimanî ya Sûriyeyê ya bêyî beşdariya hêzên siyasî, şoreşgerî û gel têne dayîn, kêm dimîne.
Lidarxistina kongreyeke diyalogan li Sûriyeyê ya bêyî dûrxistina alî an pêkhateyên Sûriyeyî çareseriya guncav a bidawîkirina rewşa bêistiqrar a li Sûriyeyê û rêya gihandina gelê me ber bi ewlehiyê ve ye, ji ber ku dûrxistina aliyekî an pêkhateyekê wê bide sedema pêk neanîna armanên şoreşa gelê me û dê rewşekê mîna ya dema rejîma berê bide avakirin.
Li ser vê yekê em bang li desthilata Şamê dikin şaştiya heyî fêm bike û tevahî Sûriyeyan bi hemû beş û meylên wan ên siyasî li kongreyeke nîştimanî ya giştî komb bike. Divê her kes di amadekirina kongreyê û nivisandina destûra nû ya welat de cih bigire.
Divê desthilata Şamê rê nede xîtaba nefretê û hewlên têkbirina jiyana hevbeş a di navbera gelê Sûriyeyê de. Divê zimanê manupîlasyênê yê li dijî neteweyekê an taîfeyekê ji holê were rakirin.
Ev yek bi eşkereyî di hinek çalakiyan de mîna ya ku beriya çend rojan li Qada Umewîyîn a li Şamê û hinek bajarên din de xuya bû.
Nêzîkatiyên ku fitne û nakokiyan di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê derdixin, xizmeta armanca me hemûyan a avakirina Sûriyeke demokratîk, yekbûyî û sepandina qanûnê û pêkanîna edaletê nakin.
Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bingehê helwesta me ya nîştimanî, em carek din banga parastina yekitiya Sûriyeyeyê û serdestiya wê dikin.
Em bang dikin ku divê tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê di diyarkirina nîşaneyên siberoja Sûriyeyê ya li ser esasê demokrasî û nenavendîbûnê de werin beşdarkirin.
Dilovanî ji şehîdên me re
Ji birîndaran re şîfaya lezgîn
Bijî Sûriyeya azad, demokratîk, pirrengî, nenavendî
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin