Rêveberiya Xweser seferberî îlan kir
.
Piştî bipêşketinên dawî yên li Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê seferberi giştî îlan kir.
27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.
Li hinek herêman jî di navber HSD û komên çekdar de şer û pevçûn derdikevin.
Daxuyaniya têkildarî mijarê bi Kurdî û Erebî li ber avahiya rêvebiriya Reqayê hate dayîn.
Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Rêveber Evîn Siwêd û ya bi Erebî jî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Rêveber Hisên Osman ve hat xwendin.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Di destpêkê de em êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî xaka Sûriyê şermezar dikin û berxwedana dîrokî ya gelê me yê li Heleb û Şehbayê silav dikin.
Ev êrişa dewleta Tirk berdewamiya plana Tirkiye-DAIŞê ye ku tê de têk çûne.
Armanca wê dagirkirina Sûriyeyê û bidestxistina sînorên Mîsaqi-Millî ye ku dewleta Tirk gelek caran ji bo pêk anîna wê dixebitî.
Armanca vê êrişê dagirkirin û parçekirina Sûriyeyê ye da ku wê bikin navenda terora navneteweyî ye.
Armanca êrişa ku ji Heleb û Hemayê dest pê kir ne tenê herêmek bû, tevahiya Sûriyeyê bû.
Ji ber wê jî em bangî hemû gelên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku zanibin ku yek ji armancên vê êrişê ew e ku hêviyên gelê Sûriyeyê di jiyaneke bi rûmet û azad de bin pê bikin û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tune bikin û xakên nû tev li Tirkiyeyê bikin.
Ji ber vê yekê jî divê em wekî Ereb, Kurd, Suryan, Asûr û Tirkmen li hemberî van êrişan destê xwe bidin hev û yekîtiya xwe xurt bikin.
Her wiha em bangî ciwanên xwe dikin ku li derdora HSDyê kom bibin. Em qonaxa seferberiya giştî radigihînin û bangî gelê xwe dikin ku her tim amade bin.
Di serî de saziyên me divê li ser karê xwe bin û di nava rewşeke hişyariyê de bin û her saziyek wekî şaneyeke kirîzê kar bike.
Em bangî civaka navneteweyî dikin û dibêjin ku ev êriş dê bi xwe re karesateke mirovî bîne û ev gef dê ne tenê li dijî Sûriyeyê be lê belê ew DAIŞeke nû ye û dê encamên wê yên herêmî û cîhanî hebin."
RÛDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin