Rêvebirîya Xweser 25 Hezar Malbatên DAIŞ'ê ji Kampa Holê Derdixe

Rêvebirîya Xweser 25 Hezar Malbatên DAIŞ'ê ji Kampa Holê Derdixe

Rêvebirîya Xweser 25 Hezar Malbatên DAIŞ'ê ji Kampa Holê Derdixe

A+A-

Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) ji Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê pêşnîyara biryareke kir da ku 25 hezar malbatên çekdarên rexistina DAIŞ’ê yên Sûrî li li kampa el-Hol dimînin, ji heremên wan bêne derxistin.

Piranîya wan kesan malbatên çekdarên rexistina DAIŞ’ê ne ku di şerê dawî ya li Baxozê de hatibûn girtin.

Piranîya malbatên çekdarên DAIŞ’ê yên Sûrî ku li kampa Holê ji navçeyên DêraZorê, Reqa û Tepqayê ne.

Ev pêşnîyar ji hêla Seroka MSD'ê Îlham Ahmed ve di civînên navxweyî yên MSD'ê ku di derbarê rewşa Bakur û Rojhilata Sûrîyê de hat dîyar kirin.

Emced Osman

Emced Osman

Berdevkê MSD'ê Emced Osman ji Dengê Amarîka re ragihand ku Rêvebirîya Xweser dê ser vê peşnîyarê, di demeke nêzîk de biryara xwe eşkere bike.

Hevdem, ev biryar piştî ku konseya dadwerîya Rêvebirîya Xweser ragihand ku wan dest bi dadgehkirina 900 çekdarên DAIŞ’ê yên ji Sûrîyê kirine, hat rojevê.

Li gor hinek çavdêran azadkirina 25 hezar malbatên DAIŞ’ê ewê metirsîyên ewlehîyê derxîne holê, bi taybet jî gumanên li herema rojhilata Dêrezorê jinûve zîndîbûna DAIŞ’ê, zêde dike.

An niha, li kampa el- Holê nêzîkî 70 hezar malbatên DAIŞ’ê dimînin û ji wan 25 hezar malbat ji Sûrîyê ne.

Li gor nirxandina hinek pisporan jiber mesrefên zêde ya kampa Holê û rewşa mijarên ewlehîyê dibe ku ev biryar were dayîn.

Rêvebirîya Xweser dibêje ku civaka navneteweyî rewşa kampa el-Holê û girtîgehên DAIŞ’ê yên li bakurê Sûrîyê paşguh dike.

Hejayî balkişandinê ye ku di heman de hat ragihandin ku Rêvebirîya Xweser malbatên bîyanî yên li kampa Holê dê veguhezînin kampa Roj ya li Dêrîkê.

Çavkanî: VOA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin