Rewangeh: 5 efserên Rûsî û Sûrî li Dêrazorê hatin kuştin

Rewangeh: 5 efserên Rûsî û Sûrî li Dêrazorê hatin kuştin

.

A+A-

 Li Dêrazorê, ji nava wan 2 efserên Rûsî û 3 efserên artêşa Sûriyeyê, 7 kes di topbaranekê de hatin kuştin.

Rewangeha Sûriyê bo Mafê Mirovan belav kir, şeva borî deverên ku li Dêrazorê di destê rêjîma Sûriyeyê de ne, ji aliyekî neneas ve hat topbarankirin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di encama topbaranê de, 2 efserên Rûsiyayê û 3 efserên artêşa Sûriyeyê û herwiha 2 çekdarên ku nasnameyên wan nayên zanîn, hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî dibêje, devera hatiye topbarankirin di destê hêzên rêjîma Sûriyeyê û milîsên Îranê de ne û heta niha jêdera topan nehatiye naskirin.

Amaje bi wê jî kir, “Ev êrîş hevdem bû ligel firîna dronan û bombebarana ji aliyê hêzên Hepeymaniya Navdewletî ve yên ku li kêlgeha Konîko ya gazê li gundewarê bakurê Dêrezorê bi cih bûne.”

Duhî jî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî firokxaneya leşkerî ya Dêrezorê, ku hêzên rêjîmê û milîsên Îranî lê ne, kirin armanc, bê ku agahî derbarî ziyanên mirovî bên ragihandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin