Rêwiyo
Konê Reş
Kes weke min
Sikak û kolanên
Bajarê min nas nakî;
Ez dizanim
Kîjan meyxane li kû ye
Kîjan çayxane li kû ye û
Kîjan bazarxane li kû ye..
Tariye..
Tariyê bi ronahiyê
Naguherînim
Ez kiryarê ronahiyê me
* * *
Raweste rêwiyo!
Ev bajarê min e
Tu weke min, bajarê min
Nas nakî..
Ev ne cirîda te ye
Ev cirîda min e
Ez ji te bêtir
Bajarê xwe û
Welatiyên xwe nas dikim
Dizanim ji kîjan malê
Çend koçber û derbiderî
Li bajarên dinyayê bûne..
Li wan:
Kolanan dimalin
Solan boya dikin
Avaniya ava dikin..
* * *
Raweste Rêwiyo!
Tu weke min
Ciwan, Sîpan û Hozan
Nas nakî
Evên ku
Çixareyan di sikak û
kolanan de difroşin
Ez û wan ji taxekê ne..
Tu weke min
Miho, Hiso û Hemo
Nas nakî
Evên ku
Bilêtên bext û şensî
Li ber dîwaran difroşin
Ew, kurmam û kurxalên min in
Erê rêwiyo, tu weke min
Welatiyên min û
Bajarê min nas nakî..
De hela xwe bide alî ku
di welatê xwe de
bi azadî bijîn,
bi zimanê dê û bavên xwe
xeber bidin û
di avakirina û pêşketina
welatê xwe de kar û
xebatê bikin..
Konê Reş/ Min bi vê helbesta xwe (Rêwiyo!), beşdarî di maratona helbestan ya PEN International (PEN International Marathon in Poem/ 2025) kiriye
Syriya/ Qamişlo 8.2.2025