Rêxistina Elind: Di mehekê de 4.373 Kurdên Êzidî ji Herêma Kurdistanê koç kirine
.
Ji ber derfetên kêm ên kar û rewşa xirab a li kampên penaberan, xortên Kurdên Êzidî neçarî koçberiyê dibin û tevî metirsiyên li ser rê jî ew berê xwe didin welatên Ewropa. Xortekî Êzidî dibêje ev 8 sal in ew di kampê de ne û rewşa wan di kampê de gelekî xirab bû û ji ber rewşa ne aram li Şingalê ew neçar in koçber bibin. Welatiyekî Şingalê ku berê xwe dabû Ewropa û vegeriya ye Herêma Kurdistanê jî dibêje, qaçaxcî welatiyan dixapînin û li Yûnanê jî gelek îşkence li koçberan tê kirin. Li gorî Rêxistina Elind tenê di mehekê de 4.373 Kurdên Êzdî ji Herêma Kurdistanê koçber bûne.
Zêdan Xelef ê 18 salî û Wîsam Mişko yê 17 salî du ciwanên Kurdên Êzidî ne ku 8 sal in li Kampa Şarya ya Duhokê dijîn. Ew niha li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê ne û amadekarî kirine ku bi rêya Tirkiyê berê xwe bidine Ewropayê. Bêzarbûna wan a ji jiyana kampan ew neçarî vê rêyê kirine.
Zêdan Xelef ê Şingalî got, “Rewşeka ne aram e, ev 8 sal in em di kampan de ne, elektrîk nîne û av pîs e û Şingal jî bi çekdaran tije bûye, her yekî destê xwe danaye ser, em nizanin kî çawa ye.”
Li gor amarên Rêxistina Elind bo geşepêdana ciwanan li Duhokê di mehekê de Kurdên Êzidî 4 hezar û 27 paseport wergirtine.
Li Rêveberiya Paseporta Neynewayê diyar dibe ku Kurdên Êzidî serdanê dikin ji bo wergirtna paseportan. Di vîdeoyekê de jî diyar e hejmareka zêde ya Kurdên Êzidî bi rêya kompanyayeke veguhestinê diçine Tirkiyê.
Macid Îdo û hevjîna xwe, berî du hefteyan bi sedema ku ber bi Ewropayê ve biçin Kampa Şarya bi cih hîştin. Heta Yunanistanê jî çû lê ji aliyê polîsan hatiye dersînorkirin.
Macid Îdo anî ziman, “Em çûne derve, me got bi zarokên xwe re li wir, em bi tenê bijîn. Em zivirîn ji ber ku hemî derket hîle û derew, polîsên Yunanistanê li xelkê didin, dest û pêyên wan dişkînin. Em 36 kesên Êzidî bûn.”
Ev mehek e koça Kurdên Êzidî ber bi Ewropayê dest pê kiriye. Her li gor amarên Rêxistina Elind di meha borî de 4 hezar û 373 kesan Herêma Kurdistanê û Iraq bi cih hîştine. Tenê di nava vê hefteyê de 1321 kes çûne derveyî welêt. Ji %50 wan derbasî Ewropayê bûne, ew ên din beşek li Tirkiyê mane û beşek hatine dersînorkirin. Her wiha ji %90ê wan ciwan in û ji kur in.
Serokê Rêxistina Elind Şêrzad Pîrmûsa got, “Ew vîzeyê ji Konsulxaneya Tirkiyê werdigirin û bi rêya nivîsîngehan diçine Tirkiyê li wir jî bi rêyên qaçax diçine Yunanistan, pênc ji sedê jî nayên qebûlkirin û bi qaçaxî diçine Îranê ji wir jî diçine Tirkiyê û ber bi Ewropayê ve diçin.”
Hokarên herî sereke yên koçkirina Kurdên Êzidî bêzariya jiyana bin konan û kampan, bêhêvîbûna ji vegera xwe ya bo Şingalê, kêmbûna alîkariyên saziyên navdewletî û nebûna derfetên kar.
Rêveberê Koç û Koçberan li Duhokê Pîr Deyan anî ziman, “Amareke durist berdest nîne ji ber ku dema malbat diçin zehmet e datayeke deqîq peyda bibe lê di nava kampan de û li derveyî kampan xelk gelek diçin, ji mehekê zêdetirî çûne, 8 sal in di bin konan de aciz bûne û ji aliyekê din ve bêhêvî bûne vegerine cih û warên xwe.”
Li gor amarên Rêveberiya Koç û Koçberan û bersivdana qeyranan li Duhokê niha 336 hezar kesên xelkê Şingalê di nava kamp û bajaran de dijîn. Her wiha piştî şerê DAIŞê, 100 hezar Kurdên Êzidî koç kirine.
(Rûdaw)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin