Rêxistinên sivîl ên Amedê li dijî ‘Daristana Bahçelî’ nerazîbûn nîşan dan
.
Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hejmareke sazî û dezgehên çand û hunerê li hemberî çêkirina daristaneke li Amedê li ser navê Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî nerazîbûn nîşan dan.
Biryar e li Amedê Partiya Nijadperest a Tirk (MHP) dê li ser 210 donum erd 10 hezar daran deyne û navê “Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî” li vê qadê bike. Mojara çêkirina daristanek bi navê Devlet Bahçelî heta niha ji aliyê saziyên fermî yên Devletê ve nehatiye redkirin, lê Gelek sazî û dezgehên sivîl û partiyên siyasî yên Kurdî li hemberî navê Devlet Bahçelî nerazî ne.
Li Amedê îro Sêşemê 11ê Çileya 2022yan, hejmareke sazî û dezgehên çand û hunerê weke Desteya Koordînasyona TMMOBê ya Amedê, Civata Amidart a Çand û Hunerê, Şanoya Bajêr a Amedê, KASED, Komeleya Hêviyên Rengîn, Ma Music Center, Komeleya Akademiya Sînemeya Rojhilatê Navîn, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Komeleya Xebatên Zarokan, Însitatifa Derûnasên Mezopotamyayê, Platforma Şaxên KESKê, Komeleyan Pisporên Xezmeguzariyên Civakî, Mordem Huner û gelek nûnerên rêxistinên sivîl, dengbêj û sînemageran li dijî avakirina "Daristana Bîranînê ya Dewlet Bahçelî" ya li çiyayê Kirklarê li Pira Deh Derî daxuyanî dan.
Saz û dezgehên sivîl ên Amedê, diyar kirin ku wê qebûl nekin li çiyayê Kirklarê "Daristana Bîranînê ya Dewlet Bahçelî" bê avakirin û gotin: “Nave kesekî wek Dewlet Bexçelî ku rasterast dijminatiya kurdan dike, li devereke Amedê kirin ji bo gelê kurd bêrêzî û heqareteke mezin e. Ev yek li hemberî dîrokê bi xwe jî bêrêzî ye.”
Daxuyaniya sazî û dezgehên çand û hunerê yên navborî wiha ye:
“Di serî de wek sazî û dezgehên çand û hunerê û hemû sazî û dezgehên sivîl yên li Amedê me pêdivî bi vê daxuyaniyê dît û em bang li gelê xwe dikin;
Di van rojên dawî de nûçeya ku dê li ser navê serokê giştî yê MHPê Devlet Bahçelî li Amedê daristanek bê çêkirin hat belavkirin. Ev wek bûyereke sosret kete rojeva gelê me û raya giştî. Li çiyayê Kirklarê 210 donim erazî jî ji hêla qeyûm û midûrîyeta daristanê ve ji bo vê daristana ku qala wê tê kirin hatiye tehsîskirin. Gelê kurd û Kurdistanî bi salan e ku bi buyerên bi vî rengî re rû bi rû ne. Ji destpêka avakirina komarê û vir ve polîtîkayên qirkirina çandî bê navber domandine û vaye îro jî bi mînakek şênber li ber çavê raya giştî ye.
Bahçelî rasterast dijminatiya kurdan dike
Nave kesekî wek Dewlet Bexçelî ku rasterast dijminatiya kurdan dike, li devereke Amedê kirin ji bo gelê kurd bêrêzî û heqareteke mezin e. Ev yek li hemberî dîrokê bi xwe jî bêrêzî ye.
Sedema ku desthilatdar û saziyên dewletê ewqasî bi bîra gelê Kurd û Kurdistanî dilîzin jî nezanîna rastiya berxwedêriya vî gelî ye. Loma faşîzm îro di asta ku êdî heta bi cihên dîrokî jî ji xwe re dike hedef li ser kar e. Ji bo ku gelê kurd ji bîra wî ya çandî qut bikin, ji navên mirovan bigirin hetanî navê gund û bajaran, navê kuçe û kolanan, navê gelî û newalan navê çiyayan û heta navê kargehên me gunerandin.
Ev bêrêzî ye
Îro jî bêrêziya herî mezin ku li hemberî vê civakê tê kirin, avakirina daristaneke bi navê neyarê vê civakê yê sondxwarî ye. Bi vê yekê bi awayekî aşkere dibêjin ku "em ê pêşî we ji hêla çandî û dîrokî ve û paşê jî ji her hêlê ve qir bikin û tiştekî ji we nehêlin”. Gelê kurd dê bi tu awayî van biryarên faşîstî nas neke û serî li hemberî wan netewîne. Çawa ku di dîrokê de her tim li hemberî van polîtîkayan li ber xwe daye, ji îro û şûn de jî serî netewîne.
Qeyum û kesen ku ev biryar dane divê demildest ji vê biryara kirêt vegerin.
Di serî de wek sazî û dezgehên çand û hunerê û hemû sazî û dezgehên sivîl yên li Amedê bi tu awayî em vê biryarê nas nakin. Li çand û dîroka vê civakê xwedî derketin peywîra me hemûyan e. Em ê li dijî her polîtîkayên qirkirin û bişaftinê bi gelê xwe re têbikoşin.
Em bang li hemû gelê xwe dikin ku rê nedin biryarên bi vî rengî.”
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin