Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Rêzdar Pir Xelat Elias, giringî û pîroziya rojên îda Mîtra-Yelda anjî Şêşims-Belinda, Êzî ,Pîrê Alî û hwd.zelal dike

A+A-

Min ji birayê Pir Xelat Elias, yê ku li Lalişa Nûranî micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Êzdîtîyê ye ev daxwaz kir;

 

Pîrê min,  tû dikarî ji nav edebên Êzdiyatiyê bahsa giringî û pîroziya rojên îda Mîtra-Yelda anjî Şêşims-Belinda, Êzî , Pîrê Alî û hwd ev cejnên ku di dawiya vê Kanênê de têne kirin bikî ?

 

Pir Xelat Elias- bi destûrî navê Xwedê, bawer bike kevnariya dinya yê geleke kevne. Belê dîrok , mêjû hatiye nivisîn û şadeyê li hemû yê dide. Me jî gelek cara gotiye, ev tiştê em li ser vê dinya yê dibînin, çendî evd û beşer heye hemû tovê mirinê ye, dê rojekê diçin û dinya bes bo Xwedê dimîne.

 

Ew tişte weke tarîx, dîrok û mêjû , ew baş e dimînin di ciyê xwe de . Gelek cara hezarên nû hatine û hezaretên kevn jî çûne. Her çende rojên pîroz û mumbarekin gelek wexta kevnariyê dest pêkiriye , ji zemanê Yûnaniyê kevin de û heta gihîştiye vê qonaxa ku em tê de derbas dibin.

 

Ev her sê rojên Belinde yê Şemsanî yê ne , Şemsanî û Mitraî di gihîne hev û dibine yek . Çinkû Mitra , Şemsanî ye û Şemsa her Mitratî ye. Tev jî navê Şêşims e bi karê xêre û Şêşims bi xwe naveke ji navê Xwedê. Wextê em dibêjin xwedanê rojê , an ku Xwedê. Çinkû nûr nûra Xwedê ye û xwedanê rojê her Xwedê ye  û kesekî dî nîne. Ê vê dinya yê birêva dibe Xwedê yeke, bê şirîke, bê hevale .

 

Wextê em dibêjin Silatan Êzî,

Siltan Êzî bi xwe padşa ye ,

hezar û yek nav li xwe dana ye,

navê mezin her Xweda ye.

 

Demê Mîtra, ku ev 21. meha 12 ya zayînê  roja Mitra bû ye . Hatiye, bila di van her sê rojan 21, 22, 23 meha 12 ya zayînê de be. Çawa em bêjin , li destpêkê qewlê me keremdike û dibêje;

Sura padşa yê hete ji hinda ve

Şems û Fexrê Mîra dikim silav e

13 hezîranê vegeriya bû tav e.

 

Dema 13 Hezîranê tav vedigere û li binê bîrê dide, li wêderê ew heyva 6 e. di 13 î Kanûnê de jî dîsa roj berê xwe vedigerîne , de ku bi ber zêdebûnê ve biçe.   13 î Kanûnê jî ya hêsêba kilîsa şerqî ye .  Gava em em berê xwe bidinê ya dinê jî mîladî ye.  Hesabê ya Mîladî her 13 roja di pêş ya şerqî de dimeşe, ne xwe 13 î şerqî, dibe 26 ê meha mîladî- ya zayînê.

 

Rojên 25/26 meha 12 ya zayînê-mîladî rojên Şêşims in. Me got, Şêşims bi xwe xwedanê rojê û nûra Xwedê tialaye. Di edebên dînê Êzdîtiyê de ji bo me hatiye gotin û şirovekirin . Qewlê me dibêje,

„Şîxadî, Siltan Êzî û Tawisî Melek yekin,

ew zû mirazan hasil dikin.“

 

Lewma hergaveke em berê xwe didinê Êzdiyatiyê, ew bi sirûştî-tabîat-ê ve girêdaye. Di van her sê rojên 21,22,23- meha 12 ya zayînê de dibêjine Bêlind e. Bêlinde demê hatina îsa Pêxembere , ew jî silavên Xwedê li ser bin. di vê rojê de hatiye û zaniye ku, ev rojna bimbarekin, pîrozin û ew jî li ba Xwedê  xatirbûn.

 

Demê hatina Şîxadî, bikarê xêrê jî  di Bêlinda de hatiye û ew jî dibe îd mîlada Şîxadî bikarê xêrê . Raste û bê şike  sira Şîxadî ji her û here kevnar e. Kesek ji Şixadî bi keremtir ne hatiye ser erda ye. Ew î xwedan kermbû , lewma li virê dibêjin Bêlinda Şîxadî ye. Ev Bêlindê jî her di wan rojan de diêt. Ew roje bimbareke pîrozin û rojin ku roj bi ser ketî . demê hersê roj 21, 22, 23- meha 12 ya zayînê hatî kin bûne.

 

Gelek caran hatiye gotin û dibêjin,

roj heye ku nemîne ,

lê Xwedê her heye ,

serê sera Xwedê ye,

emrê dinayê bi milyara sala kevnare

roj diçe li wê hedî disekine,

ku veger berê xwe bide Havînê.

 

Mêjuya xerbê de jî roja 25 anjî 26 ê yê meha 12 ya zayînê de, diyardibe ku, roj careke din berê xwe vedgerîne Havînê û zêdebûnê.

 

Di îda Bêlindê de gelek rê û risim hene. Di van rê û risman de û di roja pênçşembê de , Gurge Gayê têye kirin.  Di Gurge Gay de jî adete têykirin , agirê wê jî divê ji tiştên sirûştî bin. Hinek reşik wa li deştê çêdibin û wê reşkê tînin. Ji bo çê ila reşikê dişozin?

 

-Divê ew tiştê tû bişozî, hemû bi rengê sor ve bin. Lewma ew reşik jî sorê qumandî dide xwiyakirin. Ew tiştê bi sere bavê jî , heke malekê kevanî anjî zilam divê heft corê tovê nebatê şindike ser erdê Xwedê, wan di ser agir de bavêjin. De Xwedê bike xêr, bereket û bi ser wan de bibarîne, ji ber xwedawendê çandinê û zêdebûnê. Ew reşike sore, agir jî sore . Tiştên di sere dahvêjin mewîj û hijîr ji ber ku di wî demî de eva hebûn. Mewîjên reş jî ne di avîtin, digo bila yên sor bin. Niha tiştên di ser agir re davêjin zahfin û şîrînî jî gelekin.

 

Gava  di roja yekê de di nav melekê de agir lê hate pêxistin, divê kesanê di wê malê de xwe sê caran di ser wî agirî de bavêjin. Wextê her carekê xwe di ser agir de davêjin, dibêjin, ya Şêşims an ku ya Xwedê , xwedanê rojê. Şêşims meferî û rêberiyê dike. Di roja diduya de, roj bilind dibe û dibêjinê Bêlinda.

 

Di wî wextê ku ev gotina Bêlinda hatî gotin anku rojê hilda, roj bilind bû. Bêlindayê de roj bilind bû û di demê hatina Şîxadî de kerema Şîxadî diyar bû. Wextê Îsa Pêxember hatiye Yêlda anî Mîlade . Kevnariyê ew e ku , Şemsanî Mitrayî ye. Ev tev di wê roja pîroz û mibarek de hatine.

 

Îro roj her kesek navekî  û tiştekî dibêjê. Lê ya dirûst ew e , hemû ye girêdayî rojê ye. Gava roj tine be, her çar insirên-cewahirên esasî yên wekî ba, ax, av û agir  û dinya bixwe jî birêve naçe. Tama dinyayê agir e yanî roj tama dinya yê ye. Heke roj nebe jîn û jiyan peyda nabe. Her wisa av heyata beşerî û ya her tiştekî li ser dinya yê ye, Ba  riha. Bêyî ba yê rih çênabin. Av jî sitare, jîn û jiyar e.

 

Heke roj tine be ev hemû jî çênabin, yek bi yekî ve girêdane.

Qewlê me yê „mezin „dibêje,

„Siltan Êzî ji wê ve tête

Siltan Êzî wê sor dike wekî pête

Ew kî koreye Siltan Êzî nevête,“

 

Kesek nîne bêje, min Padşa nevêt.

Padşa bi xwe Xwedê.

Siltan Êzî bi xwe Padşa ye,

hezar û yek nav li xwe dane ye

navê mezin  her Xweda ye“

 

Di qewlê dê û bava de ji bo me kerem dike û dibêje,

„Teskere hatiya ji ba Êzîdî min î sor e

Li emrê wî deya mohr, biwiste û jê nebûre“

 

Binêre navê Êzî li ser navê Êziyê sora. Tiştên di van rojên Gurge Gayê, Bêlinda têne kirin girêdana wan bêtir sorî ve ye. Ji ber xatira rojê ji bo roj carekê dinê bilind bive û wa roj bilinbûye . Ev her sê rojan 21,22,23 yê meha 12 ya zayînê de li ser vêxatrê hatine danana esasa. Her Çakekî Xwedê peyda buye ku hatiye ser vê dinayê , di van rojan de tarîxek danaye , rê û risimkirîne û Xwedê nasîn jî daye ber xelkê . Lê milet û milet ji yek hev cûdane. Urf û adetên dinyayê, aîd û taqlîd, rih û rîşal ji hev cûdane. Ma ferqa mîlta çi tîşte?- Xwedawend , îlahî , urf û adetên wan ji hev cûdane. Mecbûre her miletekî li ser dinyayê hebe  di van rojên pîroz de urf û adetên xwe birêve bibe. Lê îbadet , serkêşî , çande û sicûda hemû ya her bo Xwedê tialaye.

 

Tê gotin; Ev dinya dinyayeke pir rengîne,

ye tijî mehsab û dîne,

belê yer yek bi zarekî Xwedê yê xwe di hebîne.“

 

Dinya wisane, Xwedê Xwedayê dinya yê hemûye. Nûra Xwedê Bêlind nebe, jiyan anbe û ew nûr jî navê Şêşims e.  Şêşims xwedanê rojê ye û bo me bi heft nava tê.

Di qewlê me „Tirkî „ dibêje,

 

„Bi her heft surê Siltan Êzî rahwestim“

 

Diha Îmanê de jî dibêje,

„Xwedê yeke bê şirîke, bê heval e

Navê wî yê dûyê Tawisî Melek e

Navê sê yê Siltan Êzî ye

Her wisa bi vî karî bi heft nava hatiye,

navên mibarek navê Xwedê tiala ne“

 

Her heft milyaket jî ji ber wan hef navan hatine binavkirin û heft roj jî li dinya yê hene.

 

Rastî di hêra de dibe ciyê pirsyarê, gelo berê çawa ev her sê rojî di van rojan de ji bi Şêşims hatine girtin? Piştî jiyan peyda buye, evd û beşer li ser erdê Xwedê peydabiyî û di Êzdiyatiyê da bune rojiyên Êzî . Ev rojî li ser me hatine ferzkirin .  Wan zana, rêwşenbira  û alima dîtiye ku Bêlinde dikeve van rojan.

 

Her wisa çilê zivistanê dikeve van roja de û her wisa îdên gelek miletê dinê jî  di van rojan de hene. Wan fer dîtiye ku ev rojiyên Şêşims bikevine pêşîya yên Êzî de û pêş ve birine .

 

Îda Şêşims îda Xwedê tialaye, mezintrîn îde ji aliyê kewnê ve bo îlahî, bo Xwedê , xwedanê rojê ye mezintir nîne. Lê her wisa hemû îd ji mizgîniya Xwedê ne tên ji bo beşerî .

Ji qewlê padşayî dibêje,

Padşayê min yekî emîne,

ji ba wî têtin mizgîne,

bo hemû muxilqa û çendî dîne

 

Çend xulyaqet, dîn û mesep bo beşeriyet hene, Xwedê tiala mizgîniyê dide hemuya . Her yekê îdekê , her yekê bi rengekî , lazim xwidan pêşwaziya wê îdê bi serekî û bi dilekî berfire bike. Da Xwedê tiala jî ji me xweş be. Eva jî yeke jî aîd û taqlîtên rê û rismên kevnare . Îda Şêşimse. Her wisa îda  Xwedanê rojê, Mesîh Siltan Êzî û Şîxadî jî ketiye van rojan. Piştî Şîxadî bi karê xêrê, demê Pîrê Alî li Lalişê ji sêderê hatî, Şîxadî diha lêkir û bi rêkir û gote here Xaltanî yê. Nav Çêlka û careke din ziviriya gotê, here nav Çêlka û Dasika . Dasika bûne mirîdên wî. Careke dinê hate Lalişê , Şîxadî gotê , „dê îda xwe di van rojan de û bibe Batizmî. Batizmî, yanî tizbî, îda Tizbiya ji yek şembû yê heta bêye bizivire şembû yê bure zincîr wa têkirî. Sê rojî û Şevberat jî wa têde . Xêr û xêratê salê vedgerê hemû xiste vê înê de, ew jî ku îna yekê bila bibe çilê zivistanê. Hersal îna ekê çilê zivistanê ji van pîroziya, ji van roja xistiye têde , ye bi xatirin . Ew jî îda Xwedê tialaye bi seranserî dinya yê bi navê rojê , ku bê rojê jîn û jiyar nabe . Pîrê Alî jî ev îda çêkiriye û heta niho hêjî Çêlka  û Dasika heta sala 1914 ê , ev îda bi tenê li Xaltaniyê hebû. Piştî ferman ji sala 1914 heta 1917  li Xaltaniyê rabûyî , Xaltanî pijiqî , ew jî bi dewletan ketin , çûne Suriya , Lûbnan, Qafqasiya û piraniya wan jî hatine Şengalê û ev îda pîroz li gel xwe vegerandine Şengalê , Ji Şengalê jî di sala 2014 de hate nav me û di nav me de jî xelkê me niho vê îdê berdewamdikin. Hemû ji pîroziya van hersê roja ye û ew jî her bo nûra Xwedê ye û bê nûra Xwedê tiştek nabe …

Kemal Tolan 20.12.2021

 

adsiz-tasarim-5.jpg

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin