Rêzefilmê bi navê "Yalniz Kurt" bi dawî anîn
.
A+A-
Rêzefilmê bi navê Yalniz Kurt (Gurê bi tenê) piştî bertekan, weşana xwe bi dawî kir.
Di rêzefîlm de, sivikahî li Başûrê Kurdistan, Barzaniyan û Hikumeta Herêma Kurdistanê dihat kirin û propagandeyek nijadperestî dihat meşandin.
Piştî ku gelek Kurdên di nava AKPê de jî ev rêzefilm şermezar û rexne kirin, vê yekê di nava partiya wan de gotubêjek peyda kir û beşek di nava AK Partiyê de behsa girîngiya pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiye kirin û herwiha helwesta ku di vî rêzefilmî de hatiye pêş bi nijadperestî nav kirin.
Piştî bertekên ji her alî ve, rêzefilm bi dawî kirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin