Robozîk hê jî li benda edaletê ye
Di 28ê Kanûna 2011an li gundê Robozikê yê ser bi Qilabana Şirnexê 19 jê zarok 34 kes ku di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de ji bo debara xwe bazirganî dikirin, ji aliyê balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê ve hatin qetilkirin.
Navên 19 jê zarok 34 ciwanên kurd yên di wê bordûmanê de hatibûn qetikirin wiha ne. Salih Ûrek, Bedran Encû, Adem Ant, Erkan Encû, Şivan Encû, Muhammed Encû, Bilal Encû, Aslan Encû, Mehmet Ali Tosun, Savaş Encû, Orhan Encû, Nadir Alma, Celal Encû, Fadil Encû, Mahsun Encû, Şervan Encû, Yûksel Ûrek, Cemal Encû, Cihan Encû, Vedat Encû, Serhat Encû, Salih Encû, Özcan Uysal, Hûseyin Encû, Nevzat Encû, Hamza Encû, Selim Encû, Zeydan Encû, Seyithan Enç, Hûsnû Encû, Selahattin Encû, Osman Kaplan, Abdulselam Encû, Şerafettin Encû. Heta aniha 7 sal jî di ser vê qetlîamê re derbas bûne, li Tirkiyê heta niha ti diyariyek li holê nîne û encamek ji wê dozê derneketiye.
Malbatên qurbaniyan piştî ku encamek ji hiqûq û edaleta dewleta Tirkiyê derneket serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê dan. Parêzeran doza Robozikê xisûsî jî Baroya Şernexê dosyayên doza Robozikê di dema hatiye diyarkirinde negihandin Dadgeha Mafên Mirovan û doz li Dadgeha Mafên mirovan jî nehat dîtin. Piştî Dadgeha Mafê Mirovan dawa Robozikê red kir malbatê Tevkujiya Robozikê aşkere kirin ku parêzerên dosyaya wan ew piştguh kirine
Yek ji mexdûrên Tevkujiya Robozikê û Parlementerê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encû di sala 2015an da hat girtin. Komele û Platforma Edelate ji Robozikê ra di sala 2016an de hat daxistin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin