Roja Ala Kurdistanê li seranserê Ewrûpa hat pîrozkirin

Roja Ala Kurdistanê li seranserê Ewrûpa hat pîrozkirin

Roja Ala Kurdistanê di salnameyê de ciyê xwe yê taybet digre. Îsal ji salên buhurî zêdetir û geştir roja Ala Kurdistanê hat pîroz kirin

A+A-

BERLÎN: Roja 16.12.2018 ji bo roja Ala Kurdistan kombûnek li bajarê Berlîn, li ber deriyê Brandenburg Tor bi rexistinên Kurdên Berlin hat dar xisten. Di kombûnê da 300 kes bi Ala Kurdistan beșdar bûn.

Di wê roja pîroz da li ser dîroka Ala Kurdistan axaftin çêbûn, stran û gowend hat amade kirin.

STOCKHOLM: Roja 17ê mehê bi însiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Swêdê, Lawan, Komciwan, PAK-Ciwan, PDK Ciwan li Kitêbxana Kurdî Roja Ala Kurdistanê bi muzûk û şadî hat pîroz kirin. Nivîskar û lêkolîner Mahmûd Lewendî li ser dîroka Ala Kurdistanê bi risim, bi tarîx û bi belge agahdarîyên kurt, lê dagirtî da beşdaran. Hunermend Mustafa Bilge bi gitara xwe û bi awazên xwe reng da şahiyê.

roja-ala-kurdî.1x-007.jpg

SCHWEINFURT (Almanya): Roja yekşemê 16.12.2018an, û li ser bangewaz û bi serpereştiya Civata Kurdên Schweinfurtê (şifaynfurt) yê Almanyayê û bi amadebûna hejmareke berbiçav ji Kurdistaniyan, Roja Aleya Kurdî hat pîroz kirin.

KOPENHANG: Li Kopenhaginê paytexta Danîmarkayê Roja Ala Kurdistanê ji aliyê Federasyona Komelên Kurdî li Danmark ve bi axaftina serokê federasyonê Ednan Axacan destpê kir. Dûre bi xwarin vexwarinê û bi muzîkê şahiya Roja Ala Kurdistanê, bi coşeke mezin heta direngê şevê domiya.

Antwepen (Belçîka): Şeva Federasyona Komeleyên Kurd li Beneluks bi axaftina seroka wê Karîne Rashidova Destpêkir. Rashidova herweha li ser armanca Federasyonê û xebata avakirina Diyaspora kurdî anî ziman. Merd Baran Boskan jî gotarek li ser dîroka amadekirina Alaya Kurdistanê pêşkêşê mêvanan kir.
Piştre Nûnerê Hukumeta Kurdistana Federal yê Beneluksê birêz Dellawar Ajgeiy gotarek li girîngîya roja Alaya Kurdistanê pêşkêşê mêvanan kir û li ser girîngîya kurdên dîyasporayê rawestîya.
Şahî bi xwarin, bi muzîka Kurdî ya gelêrî û dîlanê berbidawem kir. Di nava beşdaran de nivîskar Jan Dost jî hebû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin