Roja destpêkirina gotûbêjên etomî yên Îranê hat ragihandin
.
Piştî peywendiyeke telefonî ya navbera Nûnerê Yekîtiya Ewropayê Enrique Mora bo gotûbêjên Viyenna û Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Elî Baqirî, Fermangeha Karûbarê Derve ya Yekîtiya Ewropayê ragihand ku hikûmeta Îran razî bûye dest bi gera heftem a gotûbêjan bike, ew jî piştî pênc mehan ku rawestiyabûn.
Îran û Yekîtiya Ewropayê ragihandine, ku ew dê di 29ê Mijdarê de danûstandinên Viyennayê bo zindîkirina rêkeftina etomî destpê bikin
Roja Çarşemê 3ê Mijdara 2021an, Fermangeha Karûbarê Derve ya Yekîtiya Ewropayê ragihand, Komîteya Hevbeş a Rêkeftina Etomî di 29ê Mijdarê de civîneke rû bi rû li Viyennayê saz dike.
Li gor daxuyaniyê, Nûnerê Yekîtiya Ewropayê Enrique Mora serkirdatiya civînê dike.
Hevdem Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Elî Baqirî di Twittekê de nûçe piştrast kir û got: “Di peywendiyeke telefonî de ligel Enrique Mora, li ser destpêkirina gotûbêjan û rakirina cezayên zilmker û ne mirovane rêkeftin di 29ê Mijdarê de li Viyennayê.”
Amerîkayê li ser zarê Berdevkê Wezareta Derve ned Price, pêşwazî li wê daxuyaniyê kir û got, eger Îran di danûstandinan de “rijd” be, wê demê dibe bilez bigihin rêkeftinê, lê hişyarî jî da Îranê ku hewl nede tevlîhevî û bêzarkirinê wek kerta guşarê bikar bîne.
Ned Price, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got, “Me daye xuyakirin ku zêdebûna çalakiyên etomî yên berdewam ên Îranê neavaker in û ligel wê armancê naguncên ku Îranê ragihandiye bo vegera ser pêbendbûna dualî bi rêkeftina etomî. Herwiha em gelekî vekirî bûn zêdebûn û bêzarkirinên etomî yên Îranê ti hêzeke zêde nadin Îranê di dema berdewambûna gotûbêjan de.”
Razîbûna Îranê bo destpêkirina gotûbêjan piştî wê yekê hat, welatên rojava hişyarî dan ku bi awayekî metirsîdar Tehran nêzîkê çêkirina çekên etomî bûye û Îsraîlê jî gefa êrîşê bo ser wî welatî xwar.
Mercê Îranê bo pêbendbûna bi rêkeftina etomî ew e ku îdareya Biden wan cezayan hilbiweşîne ku îdareya Trump di sala 2018an de piştî vekişîna Amerîkayê ji rêkeftinê, li ser Tehranê ferz kirin.
Sekreterê Giştî yê Encûmena Bilind a Asayîşa Niştimanî ya Îranê Elî Şemxanî di Twittekê de hişyarî da û got: “Desthilata pêwîst a Serokê Amerîkayê nîne û ne amade ye jî garantiyê bide, eger ev neyê guhertin, her ji niha ve encama gotûbêjan zelal e.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin