ROJAVA - Konferansa Neteweyî dest pê kir

ROJAVA - Konferansa Neteweyî dest pê kir

.

A+A-

Bi serperiştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Nûnerê Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî bi hev re derbasî salona konferansê bûn.

Li salona konferansê Alaya Kurdistanê, Alaya Sûriyeyê hatine danîn.

Şandeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) DEM Partî û Nûnerê Serok Mesûd Barzanî yê Rojavayê Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî ji bo piştgirî û tevlîbûna konferansê li Rojavayê Kurdistanê ne.

Armanca Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê bihêzkirina yekîtiyê û çareserkirina nakokiyên navxweyî yên derbarê danûstandinên bi Şamê re ye ku demeke dirêj e berdewam dikin.

Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) û Yekîtiya Partiyên Neteweyî (PYNK) serkêşiya konferansê dikin.  

Berpirsê Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê Luqman Ehmê ji Rûdawê re diyar kir ku dê konferans bi sirûda Ey Reqîb dest pê bike.

Li gorî gotina Luqman Ehmê diyar kir ku dê nûnerên Amerîka û Fransa yên Rojavayê Kurdistanê jî tevlî konferansê bibin.

Di konferansê de dê belgeya lihevkirina siyasî dê ji 55 partiyên Kurd re bê xwendin, her wiha nerînên kesên beşdar dê bên wergirtin.

Li aliyê din, ji bilî hemû nûnerên partiyên siyasî yên Rojavayê Kurditanê dê nûnerên taxên Kurdan ên Şam, Heleb, Hema, Bab û Ezazê jî tevlî konferansê bibin.

Îlham Ehmed, Mihemed Îsmaîl û Perwîn Yûsif konferansê birêve dibin

Endamê Komîteya Amadekar ê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta ya Rojavayê Kurdistanê Ebdulwehab Xelîl ji Rûdawê re da zanîn ne nûnerên Kurdên Efrîn, Serê Kaniyê û Girêspiyê jî tevlî konferansê bûne.

Luqman Ehmê eşkere kir ku dê Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed,  Sekreterê Giştî yê ENKSyê Mihemed Îsmaîl û Hevseroka PYDyê Perwîn Yûsif dê dîwanê konferansê birêve bibin.

Siyasetmedar Luqman Ehmê da zanîn ku Partiyên Rojhilatê Kurdistanê tevlî konferansê nebûne lê ji bo piştgiriyê peyam şandine û dê peyamên wan di konferansê de bên xwendin.

Biryar e, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî jî tevlî konferansê bibe û gotarekê pêşkêş bike.

Li gorî zanyariyan dê Nûnerê Serok Mesûd Barzanî peyama Serok Mesûd Barzanî di konferansê de bixwîne.

Nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emîn ku kêlî bi kêlî konferansê vediguhêze diyar kir ku hêzeke zêde ya ewlehiyê li cihê konferansê hatiye bicîhkirin.

Ebdulwehab Xelîl amaje bi wê yekê kir ku dê tedbîrên pêwîst ên ewlehiyê hatine standin.

Piştî hevdîtinê dê ENKS û PYD ji bo dan û standinên bi Şamê re şandeyeke hevbeş ava bikin.

Tê hêvîkirin ku aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê tekeziyê li ser sîstema nenavendîtiyê bikin.

Amerîka: Em piştgiriyê didin diyaloga Kurdan

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew piştgiriyê didin diyaloga Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê.

Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re li ser diyaloga di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de axivî.

Wî berdevkî ku nexwest navê xwe eşkere bike got, “Amerîka piştgiriya destpêkirina diyaloga di navbera Kurdan de dike û çavê wê li wê yekê ye ku pêşveçûna berdewam hebe.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin