Rojava – Li Til Temir çekdarên Tirkiyê keriyek pez dizîn
.
A+A-
Çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê li gundekî bajarokê Til Temir yê Rojavayê Kurdistanê 200 ser pez dizîn û şivan jî revandin.
Îro danê sibê komek çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê li gundê Gerebêt yê Til Temêr keriyek pez dizîn û şivan jî ku xortekî 16 salî bû, revandin.
Li gorî agahiyan, wan çekdaran li şivan dan û paşê ew berdan lê pezên wî dizîn û birin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin