Rojhilat-Herî kêm 2 pasdarên Îranê hatin kuştin
.
A+A-
Li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê, di encama şerekî çekdarî de, herî kêm 2 pasdarên Îranê hatin kuştin.
Li gor çavkaniyên nêzîkî sipaha pasdarên Îranê diyar kirine, şeva borî li derdora bajarê Merîwanê, di navbera pasdaran û çekdarên nenas de şer derket û di encamê de 2 pasdar hatin kuştin.
Herwiha heta niha nayê zanîn ew hêza çekdar kî bûn û girêdayî çi partî yan rêxistinê bûne û tu partî û hêzeke Rojhilatî jî ew êrîş negirtine ser xwe.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin