Rojhilat: Xelkê Banê nerazîbûna xwe nîşan da
Xelkê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, li hember kuştina 2 kolberên kurd dikanên xwe girtine û li pêş avahiya qaymiqamiyê kom bûne û nerîzbûna xwe dîyar kirine
Xelkê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, li hember kuştina 2 kolberên kurd deriyê dikanên xwe girtine û li pêş avahiya qaymiqamiyê kom bûne û nerzîbûna xwe dîyar kirine.. Hêzên ewlekariya Îranê ji bo belavkirina xwepêşanderan gazên rondikrêj bikar anîne. Çalakvan jî bi keviran bersiva wan dane. Di bûyeran de 10 çalakvan hatine binçavkirin û 10 çalakvan jî ji ber gazarondikrêj birîndar bûne.
Li gorî Rûdawê, li ser banga çalakvanên Baneyê, vê sibê (05-09-2017), dikandar deriyê dikan û kargehên xwe venekirine. Ji ber vê bazar vala ye.
Hêjayê gotinê ye, ku di 04-09-2017, li sînorê Hengejal a bajarê Baneyê, leşkerên Îranê gulle berdane kolberên kurd û di encamê de kolberên bi navê Qadir Behramî yê 45 salî yê xelkê gundê Wizmele û Heyder Ferecî yê 21 salî yê xelkê gundê Şeşe hatine kuştin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin