
ROJHILAT/ Zilamekî, jina xwe bi kêran kuşt!
Li gundê Cocihî yê girêdayî bajarê Ormîyê yê Rojhilata Kurdistanê, zilamekî, jina xwe bi kêran kuşt.
A+A-
Dezgeha mafên mirov ya Hengawê ragihandîye, li gundê Cocihî li devera Soma Biradost a bajarê Ormiyê, zilamekî jina xwe bi kêran kuşt.
Navê wê jina ku hatiye kuştin, Mehnaz Hijberî û xelka bajarê Selmasê yê Rojhilata Kurdistanê bûye. Tê gotin ku malbata wê jê re şîn negirtine.
(BasNews)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin