Rojhilatê Kurdistanê hejiya!

Rojhilatê Kurdistanê hejiya!

Erdhej li parêzgeha Kirmaşahê û nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê çêbû.

A+A-

Erdhej li parêzgeha Kirmaşanê û nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê çêbû.

Li herdu navçeyên Qesrî Şîrîn û Serpêla Zehawê yên ser bi Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ve erdhejek bi hêza 4.4 pileyên Rîxterê çêbû û li Başûrê Kurdistanê jî hest bi erdhejê hate kirin.

 

Rêveberê Giştî yê Keşnasî û Erdhejên Herêma Kurdistanê, Fazil Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand ku demjimêr 11:47 şeva bihorî erdhejek bi ‎hêza 4.4 pile li Rojhilatê Kurdistanê û nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê çêbû û li Germiyan û Silêmaniyê jî hest bi erdhejê hate kirin.

 

Fazil Îbrahîm diyar kir, erdhej li nêzîkî herdu navçeyên Qesrî Şîrîn û ‎Serpêla Zehaw ên ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ve çêbûye û got: "Cihê herî nêzîk ê erdhejê li Başûrê Kurdistanê ‎bajarê Xaneqînê bû ku 28 kîlometreyan dûrî wê derê ye û welatiyên Germiyan û Silêmaniyê bi asanî hest pê ‎kirine."

Rêveberê Giştî yê Keşnasî û Erdhejên Herêma Kurdistanê, behsa wê yekê jî kir ku kûrahiya erdhejê li ‎navenda zeviyê 13 kîlometre bûye û got: “Li Başûrê Kurdistanê ji ber erdhejî ti ‎zerarek nebûye.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin