Rojhilatê Kurdistanê – Rojnamevanek û xwandevanekî zanîngehê ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatin girtin

Rojhilatê Kurdistanê – Rojnamevanek û xwandevanekî zanîngehê ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatin girtin

.

A+A-

 Li gor çend nûçeyekî Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw û çalakvanên medya civakî yên Rojhilatê Kurdistanê, îro 18.09.2024ê xwandevanekî zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sine yê bi navê Sîna Mihemedî ku rûniştvanê Bilwanawa ya bajarê Dêwlanê ye ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hat girtin. Ji aliyekî din ve jî her îro rojnamevanekî bajarê Seqizê yê bi navê Ferdîn Mistefayî ku rêveberê kanala telegram a ‘’Seqiz Rudaw’’ e, ew jî hatiye girtin.

Li gor çavkaniyên nûçeyan hêzên ewlehiya Îranê êrîş kirine ser mala Sîna Mihemedî ya li bajarê Bilwanawa û bi zora îşkenceyê û lêdanê ew girtine û veguhestine bo cîheke nediyar.

Amaje bi wê yekê hate kirin ku; Ti zanyariyekî hûr li ser sedemê girtin û ew tometên ji bo wî hatine çêkirin û herwaha çarenivîs û cîhê girtina Sîna Mihemedî li berdest nîne.

Îro Komeleya Mafê Mirovan a Hengawê ragehand ku rojnamevanê bajarê Seqizê Ferdîn Mistefayî û heman demê de rêveberê kanala telegram a ‘’Seqiz Rudaw’’ê ye û endamê Federasyona Navnetewî ya Rojnamevanan e, ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatiye girtin.

Li gor heman çavkaniyê Ferdîn Mistefayî ji aliyê hêzeke ewlehiyê ve hatiye girtin û ji bo cîheke nediyar hatiye veguhestin.

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin