
Rojnameger Egîd Roj li Tişrînê hat kuştin
.
Rojnameger Egîd Roj di êrişeke li Bendava Tişrînê de hat kuştin.
Komên çekdar ên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, zêdetirî du mehan e li başûrrojhilatê Minbicê û li herêma Bendava Tişrînê êrişan dikin.
Rojnameger Egîd Rojê ji Efrînê jî di êrişa bi dronan de li Bendava Tişrînê hat kuştin.
“Em bêdengiya saziyên navneteweyî qebûl nakin”
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) derbarê kuştina rojnameger Egîd Roj daxuyaniyek da û got:
"Em bêdengiya saziyên navneteweyî ya dema ku rojnameger tên kuştin temaşe dikin û bê deng dimînin qebûl nakin.
Divê hem kuştina rojnameger Egîd Roj û hem jî kuştina rojnamegerên din were lêkolîn û divê berpirs di çarçoveya sûcên şer de werin cezakirin.
Berdêla wê çi dibe bila bibe em dê rojnamegeriyê biparêzin."
Divê were gotin ku rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn jî li heman herêmê di êrişên bi dronan de hatibûn kuştin.
Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji van kuştinan Tirkiyeyê berpirsyar dibîne.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) jî ragihand ku ev êrişên li vê herêmê di çarçoveya sûcên şer de ne û xwest ku Tirkiye lêkolînekê li ser vê mijarê bike.
Lê Tirkiyeyê heta niha li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin