Rojnameger û helbestvan Salih Turan hat girtin
Rojnamegerê û helbestvanê naskirî yê kurd Salih Turan ji ber hêceta “propagandaya rêxistina terorê” kiriye li Stenbolê hat girtin.
A+A-
Hat ragihandin ku li Stenbolê polîsan bi ser mala Salih Turan da girtine û ew birine Navenda Emniyetê ya Yenîbosnayê û piştî demekê ew sewqî Adlîyeya Bakirkoyê kirine.
Herwiha hat gotin, dozger ji ber peyamên Salih Turan ên sosyal medyayê bi “hinceta rêxistina terorê” kiriye, daxwaza zindanîkirina Salih Turan kiriye û hakim jî ew girtiye.
Ligor zanyariyan rojnameger û helbestvan Salih Turan sewqî Zindana Metrîsê hatiye kirin û aniha zindanîkiriye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin