Rojnamegerê ku nûçeya tacîzê çêkiriye hatiye girtin
.
Rojnameger Sînan Aygul, piştî nûçeya tacîzê ya li Bedlîsê bi iddiaya ku “kîn û dijminatî xistiye nava gel” hatibû desteserkirin. Dadgehê biryara girtina wî daye.
Sînan Aygul, Derhênerê Giştî yê Bîtlîs Newsê û Serokê Cemîyeta Rojnamegeran yê Bedlîsê piştî ku nûçeya tacîzê çêkiriye hatibû desteserkirin. Dadgehê biryara girtina wî daye.
Aygul bûyera desteserkirina xwe li ser Twîtterê ragihandiye û gotiye, “3 saet berê min nûçeya tacîzê çêkiribû. Ji ber vê nûçeyê bi iddiaya ku min “kîn û dijminatî xistiye nava gel” ez hatim desteserkirin. Polîs niha li malê lêgerînê pêk tîne. Ew ê min desteser bikin û bibin qereqolê.”
Aygulî têkildarî îstîsmar û tacîza li zaroka 14 salî ya li Tetwana Bedlîsê li ser hesabê Twîtterê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku kesên gumandar polîs û çawîşek in.
Dadgehê bi iddiaya ku “kîn û dijminatî xistiye nava gel” biryara girtina Aygulî daye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin