Rojnamegerên jin yên Afganî daxwaza alikariyê dikin
.
Talîban, gefan li rojnamegerên jin dixwe.
Rojnamegerên jin yên Afganî, di demekê de behsa Kabîlekî azad û aram dikirin niha jî li Talîbanê direvin.
Li gorî nûçeya Guardîanê Aaisha, yek ji rojnamegerên jin yên Afganî ye ku di hefteyên borî de bi Guardianê re têkilî danîne û ji bo wêranbûna welatê xwe bi cîhanê re parve bike.
Rojnamegerên jin ji Talîbanê û kesên xwedî heman nêrîna Talîbanê ne bi berdewamî gefa kuştinê dixwin.
Fereybayê bi bîr xistiye ku wê bi rêya telefoneke niqirî bihîstiye Talîban ketiye Kabîlê.
“Ez li derveyî malê bûm û xuşk/birayê min telefonî min kir. got tu li kuye? Divê tu aniha biçe mal. Û gelek bi tirs bû. Hûn nikarin rû û çavên mirovan xeyal bikin."
“Di serî de ez ji bo xwe ditirsim ji ber ku ez keçim û di heman demê de ez rojnamegerekê jin im. Hin keç ji bo xwe weke köle bikaranîn.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin