Roket avêtin balafirgeha Dîyarbekirê
Piştî êrîşê polîs rêya ber bi balafirgeha ve diçe girtine û ji bo demekê firîn hatine betalkirin
A+A-
Di 27ê tebaxê saet nêzê 24:00ê bi roketan êrîşê balafirgeha Diyarbekirê a li navenda navçeya Baxlara hat kirin. Bi teqanîn roketan girmegirmek mezin derketîye.
Hat ragahandin 4 roket hatine avêtin û êrîş li hember kontrola polis a balafirgehê bûye. Piştî êrîşê polîs rêya ber bi balafirgeha ve diçe girtine û ji bo demekê firîn hatine betalkirin û operasîyoneka mezin dest pêkiriye.
Li gor walîyê Dîyarbekirê mirî û birîndar tunene.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin