Romana Evîna Zarokên Bêdewlet
Lokman Polat
Romana birêz Serwet Ozkan ”Evîna Zarokên Bêwelat” di nav weşanên ”Sîtav”ê de li bajarê Wanê derketiye. Pirtûk 80 rûpel e. Ji bo ku 80 rûpel e, hinek dikarin bibêjin û dibêjin jî ”ma 80 rûpel roman dibe. Roman divê qalind bin, wek tuxlayê bin. ” Lê divê bê zanîn ku, roman, hunera romanê her diçe xwe nûh dike. Wek qalibê neguhertî wek xwe namîne. Niha di lîteratura edebî ya cîhanê de bi navlêdana ”kurteroman”ê cureyek romanên nûjen/modern heye.
Kurteroman ji çîrok û romanê cuda ye. Cudabûnên kurteromanê di gelek waran de heye. Cudabûna bingehîn teknîka nivîsînê ye. Teknîka nivîsîna kurteromanê ne wek çîrokê û ne wek romanê ye. Teknîkekî bi serê xwe ye, orîjînal e. Ev teknîk teknîkeke modern e. Di edebiyatê de, di nivîsîna berhemên edebî de, teknîka herî dawî a nûjen e. Nivîskarên hevdem vê teknîkê bikar tînin. Yên ku vê teknîkê bikar tînin, piranî nivîskarên Ewropî ne û hinek nivîskarên Latîn Amerîkî, Japonî û Rusî ne. Di nav nivîskarên kurdan de yên ku vê teknîkê pêşî bikar anîne, Bavê Nazê, Hesenê Metê û ez -Lokman Polat- im. Niha gelek nivîskarên kurd yên din jî vê teknîkê bikar tînin û gelek kurteromên kurdî nivîsîne. Weşanxaneyeke kurdan jî ji bo wê peyva ”romançe” bikar aniye.
Di hêla taswîra xwezayê -naturê-, însanan, bûyeran û hwd, de jî di nav roman, çîrok û kurteromanê de cudabûn heye. Di romaneke mezin û berfireh de kes, leheng, fîgur gelek in, qelebalix in. Di kurteromanê de hindik in. Di çîrokê de tunebin jî dibe, lê piranî yek, du, sê kes in. Di romanê de bûyer piralîne, berfireh in. Her beşek, bûyerek romaneke mezin bi serê xwe dikare bibe kurteromanek. Lê, dema ew hemû beş û bûyer li duv hev rêz bibin û di nav wan de hevûdu girêdan pêk tê, dibe romaneke mezin, ango kalind.
Gelek nivîskarên Latîn Amerîkî û Ewropî kurteroman nivîsîne. Bi taybetî jî kurteromanên nivîskarên îtalî navûdeng dane û li gelek zimanên cîhanê hatine wergerandin. Wek mînak; Romana nivîskarê îtalî Alessandro Baricco “Hevrîşim” (bi tirkî ”Îpek”) kurteromanek gelek xweş e. Ev kurteroman, kurteromana lêgerîna bextiyariyê ye.
Nivîskarê navdar Gabrîel Garcîa Marquez gelek romanên mezin nivîsiye û weşandiye. Lê, wî ji bo berhemeke xwe gotiye ”ev kurteroman e.” Yanî wî berhema xwe wek roman na, lê wek kurteroman bi nav kiriye Navê vê kurteromana nivîskarê Latînamerîkî -Kolombîyayî- Gabriel Garcia Marquez “Erêndira Dilpak” e. Nivîskar vê kurteromana xwe li gor şêweya Surrealîzmê nivîsiye. Kurteroman 68 rûpel e. Di vê kurteromanê de serpêhatiya Erêndira dilpak û Dapîra wê ya bêînsaf heye. Nivîskar di kesayetîya leheng û fîgurên kurteromanê de kesayetiya safîtî û xirabiyê, evîn û nefretê anîye zimên..
Piştî van gotinên gelemperî yên derbarê kurteromanê de, em vegerin kurteromana birêz Serwet Ozkan. Di kurteromanê de serpêhatiyên serlehenga romanê ku navê wê Şerîfe ye tê qal kirin. Vebêjê romanê bi dil û can, bi şêweyek kezebşewitî behsa Şerîfeyê dike. Di beşa herî dawî de jî wisa dramatîze dike ku dil û kezeba mirov bi vebêj û bi Şerîfeyê dişewite. De ka em binêrin, vebêj qala çi dike? Serborî û serpêhatiyên Şerîfeyê çine?
Roman bi ravekirina koça mala malbata Şerîfeyê dest pê dike. Malbata wê ji Botanê ne û ji wir koçê herêma ku bi tirkî navê wir ”Çukurova /Deştakûr” e, dikin. Cih û warê ku malbat jê hatiye û ev der du cîhanên cuda, du welatên cuda ne. Vebêjê romanê ango romannivîser vê cudatiyê bi van gotinan tîne zimên. ”Axa ku jê koçber bûne û axên ku lê bi cih bûne, ji hev pir cuda ne. Têkiliyên mirovan, hewa, erdnîgarî û heta zimanê ku dihat axaftin ji hev cuda bûn; du cîhanên cuda, du demsalên cuda û jiyaneke nû…” Binêr rûpel : 9.
Şerîfe li vê welatê nû dijî, mezin dibe, lê ew li koka xwe digere. Ew ji dapîr û bapîrê xwe, ji kesên mirovên xwe derbarê cih û warê bav û kalên xwe fêr dibe. Ew derbarê welatê xwe de gelek agahî werdigre.
Di romanê de cewhera mirovatiyê, xwezaya/natura li Kurdistanê, herêma Botanê pir baş û xweş hatiye rave kirin. Zimanê romanê ango kurdiya kurmancî û taswîrên di romanê de ne, qalkirina kurteçîrokên ku di nav romanê de bi cih bûne, bi gelemperî temaya romanê, naveroka wê û hunandina wê ya huneriya edebî/wêjeyê bi serketî ye, baş e,
Hestên hevaltî û dostaniyê, mêvanperwerî, jiyana civakî, çandî û çandêniya li herêma Kurdistanê û bi giranî xwezaya welêt gelek baş rave kiriye. Binêrin vebêjê romanê dibêje : ”Di meha Nîsanê de, demsala civandina pincarên ku li herêmê çandek e girîng a jiyanêye, destpê dike; wek Rêvas, Helîs, Çorî, kiyark, Mendê, Siyabo sifreyan dixemilînin, wek xwarinên zivistanê tên zuhakirin û depokirin û ji bo gel jî dibin çavkaniyeke girîng a debarê. Giya ya nav penîrê Wanê ya navdar jî ji wir tên. Sîrik û siyabû yên ku tama herî xweş didin penîrê, di heman demê de ev dermanên alternatîf in jî. Bedewiyeke din a navdar, deştên Beytûşebabê ne. Bi taybetî deştên Faraşînê bi hewa, nebat û ava xwe bihuşta li ser rûyê erdê ye; mirov ji tama penîr, mast û rûnê ku ji ajalên li wir diçerînin çêdibe têr nabe.” Rûpel : 12.
Kurteromana birêz Serwet Ozkan romaneke xwezayî/naturîst e. Weke romanên naturîstên ekola edebî/wêjeyî ya Ewropiyan e. Kêmê wan nîn e û ji gelekan jî serketîtir e. Mirov ji xwendina vê romanê tehm û lezeta xwendina romanên naturalîstên Ewropî bi taybetî jî Romanên Emîle Zola, Stefan Zweîg, Patrick Suskînd, Alessandro Baricco û hwd, ku heryek kurteromanên hêja nivîsîne, dîstîne.
Belê, Şerîfe ”keçeke eşîrî ya qedirbilind bû û ji koka xwe hatibû dûrxistin, ew xwedî esalet bû û li rastiya xwe digeriya.” Wê dixwest rojeke vegere warê bav û kalên xwe, vegere welatê xwe, gundê xwe bibîne. Li bajarê Mêrsînê, kurdên vî bajarî di komeleyek çandî de/ku ev sazî ji alî kurdan ve hatibû damezrandin/ kar û xebatên çandî/kulturî, folklorî û perwerdeya siyasî pêk tînin, Şerîfe jî li wir dixebitiya. Şerîfe di komleyê de bi şêweyeke aktîf kar û xebat dikir. Ew keçek jîr û jêhatî bû.
Di romanê de digel dîmenên ekolojîk, naturalîst, agahdariyên gelemperî û perwerdeya siyasî jî hene. Mirov dikare bibêje ku ev roman romaneke perwerdeya xort û keçên ciwan ên kurd e. Sosyolojiya rewşa keç û xortên ku li bajarên metropolên Tirkiyê dijîn, bi çavnêrî û dîtbariyeke objektîf, bi hişmendiyeke netewayî û mirovperwerî, bi zimanê hunera romanê û perwerdeyê analîz dike, dinirxîne, şîrove dike, radixe ber çavan. Ev cure roman romanên perwerdeya xort û keçên ciwan in. Ewropî/Swêdî ji romanên weha re dibêjin ”ungdom roman”. Di pirtûkxaneyên Swêdê de refên ev cure romanên ciwanan cuda ne. Romanên weha romanên li gor ekola realîzma civakî ne, rastiyê tînin zimên.
Ji bo ku vebêjê romanê ango romannivîs lehenga romanê Şerîfeyê baş dinase, lewre jî kesayetiya/şexsiyeta wê , xu û exlaqê wê, hêvîyên wê, armanc û hedefa wê, aliyên wê yên însanî/mirovî û dilşadiya wê baş rave kiriye. Digel vê jî vebêj kar û xebatên çandî, civakî yên li bajarê Mêrsînê û perwerdeya malbat û zarokên ku ji ber sedemên siyasî û aborî ji welatê xwe hatibûn veqetandin, ji neçarê koç kiribû û li bajarên metropolên dewleta dagirker a kemalîst de dihatin helandin/asîmîlekirin baş qal kiriye û bal kişandiye ser vê mijara girîng.
Hedef û armanca Şerîfeyê, xeyalên wê çûyina welat bû. Rojeke ew li pey xeyalên xwe diçe. Vebêjê romanê piştî çûyina wê, behsa kar û xebatên wê yên ku di komeleyê de pêk anîbû dike. Xebatên wê yên di warê muzîk, folklor, şano/teatir û hwd, tê qal kirin.
Vebêjê romanê weke nameyeke vekirî ku ji Şerîfe re dinivîse, behsa piştî çûyina wê çi bûye qal dike û dibêje”Ez ê binivîsim; dibe ku tu rojeke bixwînî” Ji xwe nivîskarê pirtûkê Serwet Ozkan di pêşgotina pirtûkê de dibêje : ”Hûn dikarin vê pirtûkê wek nameyeke jî bibînin. Nameya ji Şerîfê re…” Rûpel :7.
Di her rûpelên vê kurteromanê de bêhna xwezayê, ekolojî, dîmenên rengîn yên çiyayên Kurdistanê hene. Ez dikarim bibêjim ku; ev roman romaneke ekolojîk, naturalîst, xwezaperest e. Ravekirina gola Wanê, çiyayê Artoşê, çiyayê Sîpan û Xelatê û qalkirina çîroka Siyabend û Xecê naveroka romanê dewlemend kiriye.
Derbarê çand, wêje û kevneşopiyên kurdan de, bi taybetî di derheqê folklora kurdî de agahdariyên baş hene. Vebêjê kurteromanê ji devê Mîr Celadet Bedirxan van gotinan dibêje : ”..wek Celadet Bedirxan gotiye, îcar folklora me; wêje, çand û kevneşopiyên me li cîhanê li pêş in. Folklora tu miletekî li Rojhilata Nêzîk nikare bigîşe asta folklora Kurdî. Kurd her çiqas ne xwedî dewlet bin jî û ji ber vê yekê jî sazî û dezgehên perwerdehiyê tune bin jî, lê dîsa jî bi çand û hunera xwe dikarin xwe bidomînin, ji ber ku dewlemendî û dîroka wan a folklorîk digihêje demên kevnar.” Rûpel 40.
Di romanê de çîrokek hestiyar a keç û xortekî bi nexweşiya penceşêrê/qanserê ketine û mirina wan tê qal kirin ku dil û kezeba mirov dişewitîne, di nav rûpelên romanê de cih girtiye. Balkêşiya vê çîrokê jî nîşandana hêza evînê rave dike. Bi ya min tu tişt bi hêza evînê re nikare here serî. Evîn, evîndarî pîroziya jiyanê ye.
Di beşeke kurteromanê de jî behsa dayikên bedew tê kirin. Vebêj xwendevanan di piraniya erdnîgariya bakurê Kurdistanê de digerîne. Ew qala Amedê, Norşînê, Beytûşebabê, Hîzanê, Tatwanê, çiyayên Nemrûd, Sîpan û Xelatê û gelek deverên din dike. Beşa dawî a romanê bi ragihandina mirina/şehadeta Şerîfeyê û xemgîniya vebêj dawî dibe. Ev beş bi şêwyeke dramatîk tê qal kirin, tê rave kirin.
Niha ez bibêjim ku nivîskarê kurteromanê Serwet Ozkan berhema xwe weke şêwaza Stefan Zwîg, Alessandro Baricco û hwd, nivîsiye û ev berhema wî kêmê berhemên nivîskarên ewropiyan nîn e, dê hinek kurdên ku li gor psîkolojiya/derûniya xwebiçûkbûnê tevdigerin û xwe û kurdan biçûk dibînin, dê bibêjin; ”de here lo, ev kî ye, ev likur û Stefan Zwîg, Alessandro Baricco li kur” û vê berhema hêja di asteke nizim de bibînin, qels bibînin. Ew kesên ku dibêjin û gotine ku ”romana kurdî tune” ji xwe dê vê berhemê qet roman nebînin. Lêbelî cihê keyfxweşiyê ye ku niha bi hezaran romanên kurdî hene. Di sala çûyî (2024)an de 365 romanên kurdî hatine weşandin. Ew hemû berhemên hêja ne û ev berhema edebî, kurteromana birêz Serwet Ozkan jî berhemeke ku bi çanda kurdî, bi ravekirina erdnîgariya kurdan, bi xwezaya Kurdistanê têr û tije dagirtiye û berhemeke/romaneke hêjayê xwendinê ye.
Ev berhem/kurteroman lêgerîna li pey evînê, lêgerîna li pey heqîqetê ye. Di cîhana vê berhemê de dilovanî, bawerî, hezkirin, rêzgirtin, hevaltî, dostanî, wateya jiyanê, taybetmendiya çandî, hişmendiya kurdewariyê, êşa evînê û bextewariya jiyanê û herweha agahdariyên gelemperî yên cure hene. Berhemeke hêjayê xwendinê ye. Min xwend, hûn jî bixwînin.
Têbinî : Navê kurteromana birêz Serwet Ozkan ”Evîna Zarokên Bêwelat” e. Ev nav şaş e. Welatê zarokên kurd heye, Ew jî Kurdistane, lê dewleta wan tune. Kurd bê welat nîn in, bê dewlet in. Xwezî navê wê ”Evîna Zarokên Bêdewlet” bana.
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin