Romana Yusuf Kaynak WARÊ NÛ derket
Romana Yusuf Kaynak a bi navê ‘Warê Nû’ derket. Roman 305 rûpel e û ji aliyê Weşanên Sîtav ve hatiye çapkirin.
Romana Yusuf Kaynak a bi navê ‘Warê Nû’ derket. Roman 305 rûpel e û ji aliyê Weşanên Sîtav ve hatiye çapkirin.
Yusuf Kaynak ji bo romana xwe ya nû ‘Warê Nû’ wiha dibêje:
Naxwazim bi xwe xwe romanê xwe şîrove bikim, ew maf ê xwendewaraye ê rexnevana ye, ew divê bixwînin û binirxînin. Kesê nivisî nikare pesnê xwe bide û nikare xwe bi xwe rexnê xwe bike. Ew dibe qirfonek, hîngê ti nerxe romane ji raya gîştî re namîne ku balkêş û balê bikşîne. Ez niha tenê dikarim wiqas bibêjim ti kes bê armanc keda xwe nade berhemeke bêfêde û bêsûd. Min bi armanca kelecaneke û nefeseke nû bidim roman nivisîna bi Kurdî û pexşana zimanekî kêm tê bikaranîn yê hê di merhala destpêke de ye. Divê berê di serî de bibêjim ku ti ziman dirêjîya nekim, ew ne karê min e!, belê di Kurdî de meseleke weha heye: 'kes nabêje dewê min tirş e!', ez tenê dibêjim karê ku min kirî nivîsa dirêje wek: çîrok, serpêhatî, roman û cerîboke binivisîn bi zimanekî wekî Kurdî qedexe ye pêwîste pê binivîsin, binirxînin, bi her cure nivîsaran û bi meteryala desteke bidine ku Kurdî bijî û piçeke dewlemend û gêş bibe. Ez ê li benda kesê ku 'Warê Nû' bixwînin û binirxînin bimînim, dû re pêwîst bû, ez ê fikrê xwe derbarê stîl/uslûb, têma, avahî, ziman û kategorî û karekter/lehengan de bersîv bidim. Warê Nû jîyana li cîhaneke nû li cîhaneke biyanî li welatê rojava ji bo qezenca nan û dabara xwe çarenûseke nû dike armanc, serkeftî bibe, nabe divê meriv berê pirtûkê bixwîne, hineke mereq bike!. Bo şîrove kirine jî pêwîste pirtûkê bixwînî, pirtûk jî li van navnîşanên jêr peyde dibe:
Warê Nû, (305 rûpel, tebax 2020, Ankara-Van)
Weşanên Sîtav/ Sitav Yayınları
Şerefiye Mah. İrfan Baştuğ Cad. Uğur İş
Merkezi No: 17/A İpekyolu/Van/Türkiye
[email protected]; Tlf.: 05445592803
Pirtukakurdi.com
Kooperatifler Mah. Cahit Sıtkı Tarancı Sok.
Kapitol Apt. No:22/A Yenişehir/Diyarbakır
p[email protected]; Tlf: (412) 223 61 71
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin