Romanowski xatir xwest: Kurdistan ji bo mafên mirovan bûye çirayek

Romanowski xatir xwest: Kurdistan ji bo mafên mirovan bûye çirayek

.

A+A-

Balyoza Amerîka ya Iraqê Alina Romanowskî, bi civîneke rojnamevanî xatir ji Herêma Kurdistanê xwest ku 2 sal û nîv e Balyoza Amerîkayê bû.

Romanowskî doh 30yê Mijdarê piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Konsulxaneya Amerîka ya Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist û got: “Ez kêfxweş im ku we hemûyan li vir dibînim. Ez dixwazim ji we re bibêjim ku ez rewşa Herêma Kurdistanê çawa dibînim.

Li Iraqê ku ev du sal û nîv in ez Balyozê Îraqê me, min gelek caran hatim Hewlêrê û vê dawiyê jî min cara duyemîn çûm serdana Silêmaniyê.

Min gelek cihên din li Herêma Kurdistanê dîtine.

Ez dikarim bêjim ku Herêma Kurdistanê di pêwendiyên me yên 360 pileyî yên li gel Îraqê ji bo me şirîkekî girîng e.

Em li vir gelekî behsa berjewendî û hewlên xwe dikin ku ew jî dabînkirina îstiqrar, ewlehî û serweriya Îraqê û Kurdistaneke bi hêz a Îraqê ye, yanî hevgirtina di siyasetê de ku ev yek pir girîng e.”

“Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê baş bûn”

Alina Romanowskî li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir, “Bêguman li Kurdistana Iraqê hikûmeteke bibandor heye ku li ser berjewendiyên me yên hevpar dixebite. Demên borî hilbijartin hatin kirin ku bê pirsgirêk bûn hejmareke zêde ya xelkê beşdar bû û heta astekê ji sextekarî û xirabiyê dûr bûn. Wekî her carê, hinek pirsgirêk hebûn lê piraniya wan hatin çareserkirin. Niha jî erk avakirina hikûmetê û çareserkirina pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê ye, ev jî dê bibe beşek ji aramiya Îraqê û serweriyeke parastî.”

“Kurdistana Iraqê roleke mezin di îstiqrarê de leyîstiye”

Romanowskî da zanîn, “Dema ku meriv li rola Kurdistana Iraqê di bipêşvebirina demokrasiya Iraqê, ewlehî, rewş, gef û nakokiyên ji ber DAIŞê, heta hewlên me yên ji bo rûbirûbûna bi Sedam Husên re, Kurdistana Iraqê roleke mezin di avakirin û îstiqrara Îraqê de hebûye.

Herwiha ew mînakeke baş bû ji bo avakirina saziyan, pêkhateyeke girîng a bipêşxistina enerjiyê bûye. Ez dikarim eşkere bibêjim ku Kurdistana Iraqê ji bo mafên mirovan û azadiya çapemeniyê bûye çirayek.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin