
Rufatên 40 Enfalkiriyên din ên Kurd hatine dîtin
.
Sibe Enfala Germiyan û Çemçemalê tê bibîranîn. Birêveberê Gorên Bikom dibêje, “Rufatên 40 Enfalkiriyên din hatine dîtin.”
Birêveberê Gorên Bikom li Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aram Nûrî îro (Yekşem, 13.04.2025) ji malpera K24ê re got, “Heta niha rufatên sê hezar û 659 Enfalkiriyan hatine dîtin, ku piraniya wan ji Silêmanî û Germiyanê ne, piştî wan jî yên Barzanê û kêmtirîn rufat jî yên devera devera Behdînan in.”
Aram Nûrî herwesa got, “Rufatên 40 Enfalkiriyên Kurd li Topzawaya Kerkûkê hatine dîtin, lê heta niha pişkinîn jê re nehatine kirin û nehatine vekirin. Em li benda Wezareta Şehîdan a Îraqê ne, ji ber ku divê bi hevahengiya wan be.”
Navbirî amaje jî da, “Sibe (Duşem, 14.04.2025) li komelgeha Sersinkê ya parêzgeha Dihokê, gorên 12 kesan tên vekirin, ku di dema Enfala Behdînan de viyaye birevin lê her li wê der hatine kuştin.”
Qayimqamê Çemçemalê Remik Remezan jî ji aliyê xwe ve ji K24ê re ragehand, “Sibe (14ê Nîsanê) bi helkefta derbazbûna 37 salan di ser Enfala Germiyan û Çemçemalê re, gelek çalakiyên cuda cuda tên kirin û heta 20ê mehê berdewam dibin.”
Remik Remezan herwesa got, “Ji roja 17ê mehê ve Festîvala Filmên Jenosîdê bi rê ve diçe û ji bo dema du rojan berdewam dibe.” Eşkere jî kir, “Me daxwaz ji wezaretên Rewşenbîrî û Ewqafê û Xwandina Bilind kiriye ku, zêdetir giringiyê pê bidin û mamostayên olî di gotarên Înê de mijara jenosîda Enfalê behs bikin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin