Rûniştina doza kuştina Narînê dest pê kir
.
Rûniştina yekem a doza kuştina Narîn Gurana 8 salî li Amedê dest pê kir.
Li gor îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye amadekirin ji bo tohmetbarên girtî apê Narînê Salîm Guran, dayîka wê Yuksel, kekê wê Enes û cîranê wan Nevzat Bahtiyar cezayê heta hetayê tê xwestin.
Her çar guman îro di bin tedbîrên tund de birin edliyeyê.
Li gor îdianameyê Salîm Guran, Yuksel Guran, Enes Guran û Nevzat Bahtiyar bi tohmeta “hevkariya di kuştina zarokan de” tên tohmetbarkirin.
Rûniştina ewil a dozê li Dadgeha 8emîn a Cezayên Giran a Amedê tê kirin.
Derbarê 22 kesan de biryara “bi zorê anînê” hatiye dayîn
Dadgeha 8emîn a Cezayên Giran a Amedê ji bilî 4 kesên girtî biryar daye 22 kesên din jî ku berê di dosyeyê de îfade dabûn bi zorê bibin dadgehê.
Di nav wan 22 kesan de Arif Guranê bavê Narînê jî wekî “gilîdar û kesê ku ji bûyerê zerer dîtiye" dê li dadgehê amade be.
50 baro û siyasetmedar li dadgehê amade ne
50 baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi serpereştiya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê li hola dadgehê dozê dişopînin.
Her wiha hinek parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl jî beşdarî dozê bûne.
Li ser navê CHPyê jî Alîkara Serokê CHPyê Asu Kaya û Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu dozê dişopînin.
Li aliyê din, berpirsên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî jî li hola dozê amade ne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin