Rûspiyên Dêrezorê bi rayedarên HSD û MSDyê re civiyan
.
Sê şandên serokeşîrên Dêrezorê, bi rayedarên HSD û MSDyê re civiyan û wan rewşa ewlehî, siyasî û xizmetguzariyê gotûbêj kir.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê, têkildarî hevdîtina serokeşîrên Dêrezorê yên bi rayedarên Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û Encûmena Sûriya Demokrat (MSD) re daxuyanî da.
Li gor daxuyaniyê serokeşîrên Dêrezorê, cuda cuda bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, Fermandara Giştî ya YPJyê Rojhilat Efrîn û Seroka Desteya Cîbicîkar a MSDyê Îlham Ehmedê re civiyan.
HSDyê diyar kir ku di civînê de Mazlûm Ebdî behsa rewşa siyasî û serbazî ya li navçeyê herwiha egerên rûdana her pêşhateke din kir.
Mazlûm Ebdî herwiha behsa kêmasiyên xizmetguzarî û astengiyên li navçeyê kir û ji serokeşîrên Dêrezorê xwest ku ji bo nehiştina kêmasiyan alîkariya Rêveberiya Xweser bikin.
"Ew fitne aramî û ewlehiya hemû aliyan dike armanc"
Ebdî got, “Hin aliyên girêdayî Hikûmeta Şamê dixwazin fitne û pirsgirêkan li navçeyê derxin. Ew fitne aramî û ewlehiya hemû aliyan dike armanc.”
Bi gotina Fermandarê Giştî yê HSDyê, DAIŞ hewl dide ewlehiyê navçeyê têk bide.
Mazlûm Ebdî tekez kir ku HSD dê di şerê li hemberî şaneyên DAIŞê de ranaweste.
Hefteya borî, li gundewarên Dêrezorê, di navbera Encûmena Serbazî ya Dêrezorê, Hêzên Asayişê û HATê de alozî derketibû.
Di encamê de endamekî wê encûmenê hatibû kuştin û hinek endamên din jî birîndar bûbûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin