Rûsya bo qebûlkirina HSDê zextê li Sûrîyê dike
Rûsya daxwaz li hikûmeta Sûrîyê dike Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi taybetmendîyên xwe qebûl bike. Berpirsekî PYDê jî dibêje Rûsya bêyî guhdana ti alîyekê tişta bixwaze dike.
Navenda Nûçeyan- Li Rojavayê Kurdistanê mijara, ‘Rûsya guşar li Sûrîyê dike bo li gel HSDê rêk bikeve’ bûye rojev. Malpera kenala El Arabîya roja 19ê Berfanbarê ev mijar piştrast kir û li ser zimanê çavkanînekî Kurd belav kirîye, “Hikûmeta Şamê rûbirûyê guşarên Rûsyayê bûye bo qebûlkirina HSDê di nav Artêşa Sûrîyê de bi taybetmendîyên xwe.”
Li gor wê kenalê, “Hikûmeta Esed tirseke mezin heye, nîgeran e derbarê hevkarîya di navbera polîsê serbazî yê Rûsyayê û hêzên HSDê de û dixwaze artêşa welatê wî li şûna HSDê cih bigire li rojhilatê Firatê.”
Çavkanîyekî agahdar ji Rûdawê re ragihand ku roja Çarşema derbasbûyî şandeke Rûsyayê û Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî civîneek girtî ji medyayê re, encam dane. Li gor zanyarîyan, Rûsan di wê kombûnê de, nîgeranîyên xwe derbarê serdana Rêveberê Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Sûrîyê Elî Memlûk bo Qamişlo û kombûna wî ya li gel eşîrên Ereb de, bo fermandarê HSDê ragihand û dîyar kirîye, “Elî Memlûk nikare bi van kombûnan hevsengîyê biguhere.”
Ew çavkanî dibêje, “Rûsyayê HSD piştrast kirîye ku ew dê bi xwe beşdarîyê di gotûbêjên di navbera Rêveberîya Xweser û Şamê de bikin bo ku bibin hêzeke guşarê ku gotûbêj serbikevin.”
Rûsan herwiha ji HSDê re ragihandine, “Vladimir Putîn hatîye ser xetê û daxwaz ji Beşar Esed kirîye gotûbêjê li gel Kurdan bi cidî bigire û pêwîst e di zûtirîn dem de pirsa Kurd di çarçoveya Sûrîyê de bê çareserkirin.”
Ew çavkanî di dawîya gotinên xwe de dibêje, “Niha Rûsya bi hevkarîya HSDê hêzeke serbazî li rojhilatê Firat û Minbicê pêk tîne bo ku li gel polîsê serbazî yê Rûsyayê li navçeyên sînorê li gel Tirkîyê bigere.”
Roja Pêncşema derbasbûyî, Hevbendîya Niştimanîya Kurd (Hevbendî) ku ji 5 partîyên Kurd pêk tê li Rojavayê Kurdistanê, piştî vegera ji Herêma Kurdistanê, serdana Mazlûm Kobanî kir.
Sekreterê Partîya Çep a Kurd li Sûrîyê, Salih Gedo ku yek ji serkirdeyên Hevbendîyê ye, mijara fişarxistina li ser hikûmeta Sûrîyê ji alîyê Rûsyayê ve piştrast kir û ji Rûdawê re ragihand, “Li gor amajeyan û wan zanyarîyên li pişt derîyên girtî, Rûsya guşar li rejîmê dike bo ku HSDê bi taybetmendîyên xwe qebûl bike. Roja Çarşemê, şandeke Rûsyayê li gel HSDê kom bû. Rûsya bi hevkarîya HSDê li navçeyê hêzeke serbazî ava dike.”
Gedo di dirêjîya axaftina xwe de sedema vê guhertina di helwesta Rûsyayê de vedigerîne bo ser zêdebûna hemahengîya di navbera Amerîka û HSDê de û dibêje, “Niha artêşa Amerîkayê zêdetir ji berê hemahengîyê li gel HSDê dike. Rûs dixwazin wî kartî ji destê Amerîkayê derxînin. Herwiha pêgeha rejîmê jî lawaz e, Rûsya nikare pişta xwe pê girêbide.”
Her li ser vê mijarê, Nesredîn Îbrahîm ku ew jî serkirdeyekî Hevbendîyê ye, ji Rûdawê re dibêje, “Rûsya hewl dide pirsa Kurd li Sûrîyê bi rêya danûstandinên rasterast û di bin çavdêrîya xwe de çareser bike. Fişaran têxe ser Sûrîyê bo ku mafên Kurd di warê etnîkî, çandî û îdarî de bide.”
HSD rêkûpêktirîn hêza Sûrîyê ye, piranîya şervanên wê hêzê ji alîyê hêzên hevpeyman ve rahênana wan hatîye kirin û di şerê li dijî terorê de azmûneke zêde peyda kirîye.
Hevserokê Civaka Tevgera Demokratîk (TEV DEM), Xerîb Huso ji Rûdawê re ragihand, “Her çende Rûsyayê berjewendîyên wê li gel rejîmê hene, lê eger çareserîyek di navbera rejîm û Xweserîya Demokratîk de pêk neyê, wê demê berjewendîyên Rûsyayê jî cîbicî nabin. Ji bo parastina berjewendîyên wê pêwîstî bi rêkevtina Kurd û rejîmê heye.”
Xerîb Huso dibêje, “Berî çend rojan Rûsyayê ragihand, HSD cihgirê Artêşa Erebî ya Sûrîyê ye, şîyana wê heye û hêzeke rêkxistî û xwedî azmûn e.”
Bi raya yek ji berpirsên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ku nexwestîye navê wî bê aşkerekirin, Amerîkayê pêwîstî bi nefta Sûrîyê û dahatên wê nîne, “Lê dixwaze dahatê di destê xwe de bihêle bo ku weke kartekê li hemberî welatên din hesaba xwe bike. Amerîka ji bo garantîkirina berjewendîyên xwe li Rojavayê Kurdistanê, di warê serbazî de piştevanîya Kurd dike. Ji ber ku Îran û Tirkîyê nîyeta belavbûn û berfirehbûnê heye. Taybetî jî Tirkîye piştî derbasbûna 100 sal bi ser rêkevtina ‘Sevr’ di sala 1923an de, dixwaze di nav welatên tirkîaxêv yên Yekîtîya Sowyetê ya berê, hejmûna xwe bihêz bike. Rûsya vê metirsîyê dibîne, ji ber hindê ji alîyekê, li gel Amerîkayê gulopa kesk bo pê xist bo ku bê nav bakurê Sûrîyê û derbasî nav dosyayên din nebe, li alîyekê ve jî dixwaze rojhilatê çemê Firatê çend binkeyên serbazî pêk bîne ta bo ku bibe gef li ser Tirkîyê. Destbiserdagirtina firokexaneya Qamişlo ji alîyê Rûsyayê ve amajeyek e bo vê rastîyê.”
Ew çavkanî di beşeke din a axaftina xwe de dibêje, “Eger di vê çarçoveyê de em li navçeyê binêrin, rêkevtina Şam û HSDê dibe bingehek bo mayîna zêdetir a Rûsyayê li navçeyê û Tirk jî ti roleke wan namîne.”
Cîgirê Hevserokên Encûmena Cîbicîkar a Rêveberîya Xweser, Bedran Çîya, amaje bi xwendike cîyawaz a Rûsyayê dike li Sûrîyê û dibêje, “Taybetî bi yekxistina HSD û Artêşa Sûrîyê, Rûsya xwendineke cîyawaz heye, Rûsya dixwaze HSD di nav Artêşa Sûrîyê de xwedî taybetmendîyên xwe be, bo vê yekî hewl dide Şamê razî bike.”
Li gor Bedran Çîya, taybetmendîyên HSDê hêzeke mezin bi Sûrîyê dibexşe bo rûbirûbûna teror û dagirkerîyê û dîyar dike, “Rûsya Sûrîyeke lawaz naxwaze, Sûrîyekê dixwaze bi ser hemû erdnîgarîya welat de hebe. Herwiha dixwaze damezrandina serbazî bi şêweyekê rêk bixe ku li ser destê wê de be û di astekê de be ku bikare rûbirûyê grûpên radîkal be bêyî ku pêwîstî bi hêzeke din hebe.”
Rûsyayê berjewendîyên mezin û aloz li gel Tirkîyê hene, taybetî di meseleya firotina sîstema mûşekî ya S-400 û pêkanîna xetên veguhastina xaza sirûştî bo Ewropa bi rêya Tirkîyê û ji ber hindê gelo Rûsya pêngavekê diavêje ku zîyanê bigihîne pêgeha Tirkîyê li bakurê Sûrîyê?”
Berpirsê Peywendîyên Derve yê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD), Salih Muslim ji Rûdawê re ragihand, “Em weke PYD agahdar nînin ku Rûsyayê guşar li rejîmê kiribe. Rûsya xwe weke hêzeke garantor dinasîne û bo vê yekê jî pêwîst e guşarê li rejîmê bike. Rûsya welatekî mezin û xwedî hêz e, eger tiştekê bixwaze, Tirkîye neçar e guh lê bigire û pabend be.”
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin