Rûsya: DAIŞ amadekariya êrîşeke kîmyewî dike
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku, li gor zanyariyên bi dest wan ketine DAIŞê xwe ji êrişeke kîmyewî li ser HSDê amade dike.
A+A-
Di daxuyaniyekê de Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku, li gor zanyariyên gihiştine destê wan dibêjin ku, rêxistina DAIŞê li nexweşxaneyeke gundê El Kemşe li parêzgeha Dêrazorê mûşekên hawan çêkirine, tê de madeyên kîmyewî hene.
Da zanîn ku, 11 çekdarên DAIŞê li ser çêkirina wan çekan li derve hatine perwerdekirin û xwe amade kirine da ku, êrîşê bibin ser hêzên Sûriya Demokratîk(HSD).
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin