
Rûsya, Îran û Tirkîye: Em li dijî destdanîn a ser petrola Sûrîye ne
Welatên garantor ên civînên Astanayê Rûsya, Îran û Tirkîye dîyar kirin, ku li dij destdanîn a ser dahatên petrolê yên Sûrîye ne.
A+A-
Navenda Nûçeyan- 14emîn civînên Astanayê, di bin garantorîya Tirkîye, Îran û Rûsya de li paytexta Kazaxistanê bidawî hat û di daxûyanîya hevbeş a ku, ji alî garantoran ve jî, hate vajokirin, hate destnîşankirin, ku: “Welatên garantor dilgiranîya xwe beramberî destdanîçn a ser dahatên petrolê yên Sûrîye tîn in ziman”.
Mebest ji destdanîn a ser dahatên petrolê, Amerika û Hêzên Sûrîya Demokrat in, ku niha hevbeş kontrola gelek ji binkeyên petrolê li bakurê rojhilatê Sûrîye dikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin