Rûsya û Emerîkayê hevkariya nukleerî rawestand

Rûsya û Emerîkayê hevkariya nukleerî rawestand

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku peymana di derbarê hevkariya nukleerî ya aştiyane ya di navbera Rûsya û Amerîkayê de hatiye rawestandin.

A+A-

Lavrov bi Ernesto Monizê re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku, "Me di heyama ku hûn Wezîrê Enerjiyê bûyî, peymana bi navê 123an a ji bo hevkariya nukleerî ya aştiyane di navbera hikûmetan de îmze kiribû. Lê mixabin ji ber sedemên ku li derveyî kontrolama me peyman pêk nehat û niha têkilî jî hatin rawestandin."

Lavrov wiha pê de çû: "Lê dîsa jî ji bo zindîkirina hevkariya normal di warê nukleerî de bo welatên me çi ji destê me were em ê bikin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin