Rûsya û Îran li dijî cezakirina Tirkiyê derketin
.
Piştî eşkerekirina cezayên ji ber kirîna S-400ên rûsî bi ser Tirkiyê de, Rûsya û Îran li dijî cezakirina Tirkiyê ya di warên berevanî û fînansekirina wê de derketin.
Wezîrê Derve yê Îranê û Wezîrê Derve yê Rûsyayê sepandina dorpên ser ser Tirkiyê wek binpêkirina hiqûqa navnetewî binav kirin.
Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov got: "Dorpêçên Amerîka li ser Tirkiyeyê delîleke din ya binpêkirina hiqûqa navnetewî ye. Amerîka dehan sal in bi yekalî wiha tevdigere. Hevkariyên teknîkî û serbazî jî di nav de, bawer nakim ev helwest tu fêde bide Amerîkayê."
Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf jî cezayên ser Tirkiyê şermezar kir û got, ew ligel xelk û hikûmeta Tirkiyê ne û diyar kir, “Careke din hezkirina Amerîkayê ji ferzkirina ceza û kêmdîtina yasaya navdewletî re zelal bûye”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihandibû ku, "Enqere guh nedaye hişyariyên wan û ew tu carê rêkeftinên bi Bergirî û Hewalgiriya Rûsyayê re qebûl nakin."
Pompeo herwiha bang li Tirkiyeyê kiribû, astenga S-400an li pêş pêwendiya aliyan rake.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin