Rûsya: Ukraynayê 8 depoyên sotemeniyê di nav axa me de bombebaran kir
.
A+A-
Rûsyayê ragihand, du helîkopterên Artêşa Ukrayanyê 8 depoyên sotemeniyê li bajarê Belgorod ê wî welatî û li nêzîk sînorê Ukraynayê kirine armanc û teqandine.
Parêzgarê Belgorodê, Vyacheslav Gladkov li ser Telegramê çend vîdoy belav kirine û ragihandiye ku helîkopterên Ukraynayê di nav axa Rûsyayê depoyên sotemeniyê kirine armanc.
Heta niha Artêşa Ukrayanyê û berpirsên wî welatî derbarê vê êrîşê de ti daxuyanî nedane.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin