Rûsyayê li xwe mikûr hat: Rêkeftina Soçiyê bicih nebû!

Rûsyayê li xwe mikûr hat: Rêkeftina Soçiyê bicih nebû!

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova li xwe mikûr hat ku êkeftina Soçiyê ya digel Tirkiyê hatibû îmzekirin, nehatiye cîbicîkirin û ji ber rewşa heyî ya Îdlibê nîgeran in.

A+A-

Zaharovayê diyar kir ku di avakirina herêmeke bêçek de gelek pirsgirêkan dijîn û rêkeftina digel Tirkiyê bo vê yekê li Soçiyê hatibû îmzekirin, naye cîbicîkirin û ji rewşa heyî a Îdlibê nîgeran in.

Zaharovayê bibîrxist ku heftiya borî li bajarokê Cîrînê, koman êrîş bire ser rejîma Sûriyê û 18 leşkerên rejîmê hatin kuştin û got: " Provakasyonên bi vî rengî, diyar dike ku digel hewlên Tirkiyê jî, di cîbicîkirina momerandûma ku digel Tirkiyê di 17ê Îlonê de hatibû îmzekirin de kêşeyên cidî hene.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin